Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Talîbanê li bakurê Efxanîstanê, li bajarê Helmandê êrîş biriye ser karwanê leşkerî. Bi êrîşê David Gilkeyê Amerîkayî û rojnamegerê serbixwe yê Efxanistanî, Zabiullah Tamana mirine.
Li efxanistanê Tmanayî wergêriya Gilkeyî dikir.
Berpirsê çapeneniya leşkerî, yê bajarê Helmandê, Şekil Ehmedî dîyar kiriye ku di êrîşê de ji bilî herdu rojnamegeran du leşkerên Efxanistanê jî mirine.
Tamanayê ku li Efxanistanê rojnamegerî û wergêrî dikir, nûçe ji Ajansa Anadolûyê re jî dişandin.
NPR a ku Gilkeyî lê kar dikir daye zanîn ku ji 11ê Îlonê ve Gilkeyî li Efxanistanê kar dikir.
Gilkey yekem rojnamegerê ji Amerîkayê ye ku li Efxanistanê hatiye kuştin.
Talibanê li Kanûna Paşiyê dîsa bi êrîşekê 6 rojnameger kuştibûn. (ÇT/MB)
*Me ev nûçe ji BBCya Tirkî û AAyê berhev kiriye.