Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Talîbanê gotiye, “Rewşa aborî û berjewendiyên neteweyî li welat ji hemû Efxaniyan dixwaze ku di dema her bazirganiyekê de pereyên Afganîstanê bikar bînin”
Piştî ku Talîbanê kontrola Afganistanê xistiye destê xwe aboriya wî welatî ji ber piştgiriya aborî ya navneteweyî li wî welatî hatiye kişandin xirabtir bûye.
Dolarê Amerîkî li bazarên Afganîstanê gelekî tê bikaranîn.
Her weha dolar ji bo bazirganiya li herêmên cîran yên bi Afganîstanê re sînor in yên weke Pakîstanê tê bikaranîn.
Zabîhûllah Mucahîd, Berdevkê Talîbanê di daxuyaniyekî ku li ser înternetê weşiyaye de gotiye:
“Mîrnişîna Îslamê fermanê dide hemû welatiyan, dikandar, bazirgan, karsaz û raya giştî ku ji niha û pê ve hemû danûstandinan li Afganîstanê bikin û teqez pereyên biyanî bikarnehînin.”
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin, “Her kesê ku vê fermanê binpê bike, wê bi kirariyên qanûnî re rû bi rû bimîne.”
Piştî ku di meha Tebaxê de Talîbanê kontrola Afganistanê xistibû destê xwe mal û milkên li derveyî welat ên Afganistanê yên bi milyar dolaran ji aliyê Rezerva Federal a DYAyê û bankayên navendî yên li Ewropayê ve hatibûn sekinandin.
Di meha rabirdû de IMFê hişyarî dabû ku aboriya welêt dibe ku îsal bi qasî ji sedî 30 biçûk bibe û wê bi mîlyonan mirovan ber bi xizaniyê ve bibe û rê li ber krîzeke mirovî veke.
(PT/AY)