* Fotograf: Rojnameya Turkiyeyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suyehl Şahîn, yek ji berdevkên Talîbanê ji rojnameya Tirkiyeyê bi Yilmaz Bîlgenî re axiviye û pirsên li ser têkiliyên wan û Tirkiyeyê de bersivandiye.
Şahîn yek ji avakarên Talîbanê ye û hîna jî berdevkê wan e. Şahînî wiha gotiye: “Di warê tenduristî, perwerde, ekonomî û înşaetan û enerjiyê de, derxistin û bikaranîna dewlemendiyên binerdê de em dixwazin bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin.”
“Ti armanca me nîne em tolê hilînin, em mixalifan biçewisînin û digel ku me bi vekirî aşkere kir jî em fam nakin çima direvin.”
Milîtanên Talîbanê balafirxaneya Kabûlê û saziyên çapemeniyê di nav de girtine ser gelen navendan û li wergêr û rojnamegeran digerin, êrîşî xizmên wan dikin.
“Şahînî ji bo planên wan ên li ser Tirkiyeyê wiha gotiye:
“Em weke Talîbanê berovajî tiştên ku tên zanîn, têkiliyên me yên nêzîk bi Tirkiyeyê re hebûn. Tirkiye ji me aktorekî gelekî girîng e û him welatekî rêzgirtî û bihêz ê dinyayî him jî ji bo umeta Îslamê milet û dewleteke xwedî cihekî taybet e. Li hêla din peywendiya Tirkiyeyê ya bi Afganistanê re nabe bi ti welatên din re bê pîvan.
“Em weke Mîrîtiya Îslamî ya Afganistanê ji hemû welatan bêhtir pêwîstiya me ji hevkarî, dostanî û piştgiriya Tirkiyeyê heye. Li Afganistanê dewlemendiyên dewlemend ên binerdê hene. Lê hêza me nîne em van bikar bînin.” (AS/FD)