Piştî ku Walîtiya Stenbolê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li Dijî Tundkariya li Ser Jinan qedexe kir, polîsan Taksîm dorpêçkirin.
Rêxistinên jinan ji bo ku li Tunela Taksîmê kom bin di saet 19.00an de bang kirin. Ji danê nîvroyê ve hemû kuçeyên ku ser bi Kolana Îstîklalê ne bi barîkatên polîsan hatine girtin.
Polîsan kolana Îstîklalê vala kir û hemû têketinên kolanê qedexe kirin.
Her weha jinan kom bi kom hewl dan bikevin Tunelê. Polîsan jin astengkirin û ber bi kuçeyan derdorê belav kir. Polîsan li kûçeya Şahkulu ya Tunelê gelek jin desteser kirin.
Polîsan destûr nedan jinan ku bikevin qada Tûnelê. Piştre jin bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ber bi Karakoyê ve meşiyan.
Polîsan li vir jî jin dorpêç kirin.
🟣#Karaköy'de müdahale devam ediyor
— bianet (@bianet_org) November 25, 2024
📹 : @alidnc4 pic.twitter.com/dXtWPmrlKU
Komek jinan xwestin ji Galatayê berbi Karakoyê bimeşin, polîsan midaxeleyî wan kirin.
🟣Galata’dan #Karaköy’e inmek isteyen kadınlara polis şiddet uyguladı
— bianet (@bianet_org) November 25, 2024
📹 : @alidnc4 pic.twitter.com/mXSzq3ISYl
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û jinên HDKyî û DEM Partiyî li Qada Îskele hatin cem hev.
Jinan li vir dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.
Hatimogulları: Dev ji zihniyeta qedexexwaz berdin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogullari li vir axivî û bang li Waliyê Amedê kir û got: Hedê tu kesî nîne ku dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ qedexe bike ku ji Rojhilata Navîn berbi hemû cîhanê belav bûye û di serî de jinên kurd û yên hemû cîhanê lê xwedî derdikeve. Ev dirûşma îro li her derê, li Tirkiyeyê û Kurdistanê deng veda û dê deng vedana wê bidome. Qedexekirin wê bi ser nekeve. Dev ji zîhniyeta qedexekirinê berdin û em jin ji bo bedena xwe, ked û azadiya xwe, ji bo yekparebûna xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Bijî hevgirtina jinan."
Daniş-Beştaş: Em ê têkoşînê mezin bikin
Hevberdevka HDKê Daniş-Beştaşê got; "Niha bi hezaran jin li paşiya min in û bi dehan barîkat derbas kirin û xwe gihandin vir. Ev îtirafa vê yekê ye ku ji jinan ditirsin û destûr nedan li Kolana Îstiklalê ev çalakî pêk were. Em ji têkoşîna xwe ya li dijî tundkariyê bi paşve gav navêjin.
#25Kasım 🟣 Karaköy İskelesi'nde bir araya gelen kadınlar ve LGBTİ+'lar, "Jin, Jiyan, Azadî" sloganlarıyla basın açıklamasını okuyor.
— bianet (@bianet_org) November 25, 2024
📹 Video: @tucyil pic.twitter.com/umALsKcBbH
Li ber Minerva Xanê gelek jin desteser kirin
Polîsan li Meydana Îskeleyê li ber Mînerva Xanê midaxeleyî jinan kir, gaza îsotê li wan reşandin. Jinan boyaxa mor bi polîsan reşandin û bersiv da wan. Polîsan piştre rojnameger ji qadê derxistin û dest bi desteserkirinan kirin. Zêdeyî 50 kes hatin desteserkirin.
Jin û LGBTÎ+yan bi dirûşmên "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" û "Jin, jiyan, azadî" bertek nîşanî desteserkirinan dan.
🟣 #Karaköy
— bianet (@bianet_org) November 25, 2024
📍Polisin ikiye böldüğü grup 'Nerdesin aşkım, burdayım aşkım' sloganıyla birbirlerini tamamlıyorlar, grupların birleşmesine izin verilmiyor.#25Kasım
📹: @kepenekevrimm pic.twitter.com/jih0XwCVDk
Jin û LGBTÎ+yan li Qada Îskele meşale pêxistin û dirûşmên, "Bila bav were, mêr were, dewlet were, cop were... berz kirin.
#25Kasım 🟣 Karaköy İskelesi'nde kadınlar ve LGBTİ+'lar hep bir ağızdan haykırdı:
— bianet (@bianet_org) November 25, 2024
📢 "Gelsin baba, gelsin koca, gelsin devlet, gelsin cop... İnadına isyan, inadına isyan, inadına özgürlük!"
📹 Video: @tucyil pic.twitter.com/ZmC85W7bbf
Di encama midaxeleya polîsan de 169 kes hatin desteserkirin.
(EMK/TY/AD/AY)