Teyrebazên Azadiya Kurdistan (TAK) ku êrişa li Stenbol Veznecilerê girtibû ser xwe, nasnameya kesa ku êrişê pêk anîbû jî eşkere kir.
Di 7ê Hezîranê de li Stenbol Veznecilerê êrişeke bi bombeyan pêk hatibû û di encamê de 6 jê polês, 11 kesan canên xwe ji dest dabûn. Piştî êrişê TAKê daxuyandibû ku ew êriş ji hêla hêzên wan ve hatiye kirin.
Li gorî nûçeya ANFê TAKê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êriş ji hêla Eylem Newroza (Eylem Yaşa) endama Tabûra Nemir û fermandara tîma ku çalakî pêk anîne ve hatiye kirin.
Li gorî wê daxuyaniya TAKê Eylem Newroz (Eylem Yaşa) ji Amedê ye û 32 salî ye. Li gorî agahiyên dayî de Yaşa, demek li Antalyayê jiyaye û di sala 2011an de tevli TAKê bûye.
TAKê ku beriya niha ragihandibû ku wan wê êrişê ji bo tolhildanê pêk aniye û di daxuyaniya xwe ya dawî de wiha got: ‘Em careke din tûrîstên ku li Tirkiyeyê ne û yên ku dixwazin werin vir hişyar dikin! Me kesên biyanî ji xwe re nekir ye hedef. Lêbelê Tirkiye ji bo wan welateke wele nîn e.’
Ji 6 kesên ku derbarê wê êrişê de hatibûn binçavkirin 3 ji wan duh hatin girtin.
Çalakiyên ku heta niha TAKê pêk anîne
Di 17ê Tîrmeha 2005an de li dijî midibûsa tûrîstan û hefteke şûn de jî li Îzmîr Çeşmeyê êrişên bombeyê pêk anîn û di encamê de polêsek û 5 tûrîst hatin kuştin, 34 kes jî birîndar bûn.
23ê Gulana 2007an de li Enqere Ulusê teqîna pêk hat de 7 kes hatin kuştin, 102 kse jî birîndar bûn.
10ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Bakirkoyê teqîn pêk hat û di encamê de 31 kes birîndar bûn.
8ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Kuçukçekmeceyê teqîna pêk hat de 15 polês birîndar bûn.
22ê Hezîrana 2010an de li Stenbol Halkaliyê li dijî servîsa leşkerî bi bombeyan êriş pêk hat.
31ê Cotmeha 2010an li Stenbol Taksimê teqîn çêbû û di encamê de 32 kes birîndar bûn.
26ê Tebaxa 2011an de li Antalya Konyaaltiyê, di 28ê Tebaxê de jî li Antalya Kemerê êrişên bi bombeyan pêk hatibûn û di encamê de 6 kesan bîrîndar bûbûn.
20ê Cotmeha 2011an de li Enqereyê êrişa bî bombeyan de 34 kes birîndar bûbûn.
Teqîna ku di 23ê Kanûna 2015an de li Balafirgeha Sabiha Gokçenê pêk hat jî, TAKê girt ser xwe.
17 Sibata 2016an de li Enqereyê li dijî servîsa leşkeran bi bombeyan êriş hat kirin û di encamê de 28 kesan canên xwe ji dest dan.
(HK/YO)