Tahir Elçî li cihê hatibû qetilkirin de hat bîranîn
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Baroya Amedê û parazvanên mafê mirovan Tahir Elçî, saleke ewil îro li ber Mînareya Çarling ku lê hatibû qetilkirin, hat bîranîn. 
Malbata Elçî, parêzerên Baroya Amedê û gelê Amedê beşdarê merasîmê bûn.
Metna daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ve hat xwendin.
Tahir Elçî li gelek cihan ji hêla parêzeran ve bi çalakiyan hat bîranîn.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Bi dîrayet û zerafet bû..”
“Rêberê mazlûmên ku li edaletê digerin û dengê aştiyê bû. Tahîr Elçî di zabitên dadgehan de qêrîna yên hatine windakirin, dirayeta li tu cihê hil nayê ye.
“Navendên bajaran hat rewşekî rawê jiyîn, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe hatin kirin. Dîrok û mîrateya me ya çandî hat tunekirin. Di bin navê qedexeya derketina derve maf û azadî hatin rawestandin. Bi têkoşînên mezin mafên ku hatibû bidestxistin ji holê hat rakirin. Li şûna çareserî, muzakere û diyalogê şîdet û polîtîkayên ewlehiyê ketin dewreyê."
“Rewşenbîr, hiqûqnas û parazvanê mafê mirovan”
“Elçî her tim wekî rewşenbîr, parazvanekî mafê mirovan ji bo pêkanîna aştiya civakî tevgeriya û wiha axivî: "Bi pirsgirêkên civakî re bi taybetî jî ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin sûd da. Li vî cihê ku em lê ne heta nefesa xwe ya dawî jî ev kir. Bi tecrube û pêşditînên xwe ve roja kuj iyana xwe ji dest da ji bo aliyan banga bi hestiyariyê kir.
“Ji ber tiştên ku li bajaran qewimî, pirsgirêkên li welat mezin bûn, pirsgirêkên nû derketin holê vî jî darbe li demokrasiya welat xist.
“Em ê nehêlin ku bibe wekê dosyeyên faîlmeçhûl”
“Em wekî Baroya Amedê, wekî dost û hevalên wî em ê careke din li vir dibêjin ku ji bo dosyaya Tahîr Elçî yê ku hemû jiyana xwe ji bo kuştinên kiryar nediyar ronî bibe têkoşiya, nebe kiryar nediyar têbikoşin û desturê nedin vê yekê.
“Her çiqas di nava saleke de ji bo dosyayê de pêşketinek çêbibe tiştek nehatibe kirin jî em ê bibin şopdarên dosyayê. bila gumana tu kesan nebe. Em careke din ji bo vê yekê soz didin, em ê xwedî li têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û mafên mirovan bidomînin."
(AS/YO)
Tahir Elçi davasında TÜBİTAK raporu beklenecek
Baroya Amedê giliyê rêvebirekî AKPyê kiriye
Diyarbakır Barosu'ndan AKP'li ilçe başkan yardımcısı hakkında suç duyurusu
Türkan Elçi: Şiddet dilinden arınmaya ihtiyaç var
HDP’den Tahir Elçi cinayeti için araştırma önergesi
Lawyer, human rights defender Tahir Elçi commemorated on 7th anniversary of murder
Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling hat bibîranîn: Ronîkirina vê dozê erka siyasetê ye
“Cinayeti, uğraştığı davalar gibi faili meçhul bırakılmak isteniyor”
HDP, Tahir Elçi cinayetindeki cezasızlığa dikkat çekti
İHD: Tahir Elçi cinayeti faili meçhul bırakılmak isteniyor