Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling hatibû qetilkirin. Di ser kuştina Elçî de 9 sal derbas bûn.
Bi sedan kes li ber Edliyeya Amedê kom bûn û berbi Minareya Çarling meşiyan. Her wiha parêzerên girêdayî Baroya Amedê, Serokên Baroyan, hevjîna Elçî Turkan Elçî, Parlamenterên DEM Partiyê, Hevberdevka Koma DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Ayla Akat, Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlu, mafparêz û welatî beşdar bûn.
Di meşa de pankartên "Em te ji bîr nakin" hatin vekirin û dirûşmên "Tahir Elçî nemir e" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin. Parêzeran pankartên ku li ser “Em hemû Tahir Elçî ne" nivîsandî, bilind kirin.
Di çarçoveya merasîma bîranînê de axaftina Tahîr Elçî ya ku di roja bûyerê de saet di 10.53an de li ber Minareya Çarling kiribû, hat guhdar kirin. Kesên ku beşdarî merasîma bîranînê bûn piştre ji bo bîranîna Tahîr Elçî deqeyek rêz girtin.
“Kuştina Tahîr Elçî destpêkirina qonaxeke tarî ye”
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bal kişand ser bêhiqûqiyên di doza Tahir Elçî de. Guleç, bi bîr xist ku daxwazên wan ên ji bo keşfê hatine redkirin û wiha got: “Rastiyên têkildarî sûîqestê, li cihên tarî yên serdestan tên veşartin. Hat dîtin ku gotina wezîran a ‘faîl dê bên dîtin’ tenê xapandin e. Sûîqesta li dijî Tahir Elçî bingeha destpêka serdemeke tarî amade kir, ji wê rojê heta niha serdestiya hiqûqê hatiye binpêkirin û baweriya gel a bi edaletê nema ye. Krîza siyasî ji wê rojê heta niha kûrtir bûye.”
Bi domdarî Guleç bi lêv kir ku Tahir Elçî ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hewl daye û ev tişt anî ziman: “Serokê me Tahir di vê mijarê de nêrînên xwe bi awayekî azad parve kir û em xwedî li helwesta wî derdikevin. Ji bo ronîkirina sûîqesta li dijî Tahir Elçî bi qasî ji destê me tê em ê têbikoşin. Em, serokê xwe yê nemir careke din bi rêz û bi minet bi bîr tînin.”
“Ji bo mafê xwe yê jiyan û edaletê em li vir in”
Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî jî wiha got: “Weke kesên rastî zilmê hatin, yên ji bo kesên din jî hizûrê dixwazin, yên ji hêza hiqûqê bibawer, yên xeyala welatekî xwişk-biratî dikin, ji bo mafê xwe yê jiyan û edaletê em li vir in. Ji bo vegotina pîroziya mafê jiyanê û weke kesên ji aştiyê bi bawer em hatin vê derê. Her sal em ê hîn bêhtir bawer bikin û bên. Weke Kurd, Tirk, Laz û Çerkesan em bê bên. Ne 9 sal, çiqas dem derbas dibe bila bibe em ê her bên vê derê. Em ê li cem mazluman cih bigirin û li dijî zilma zaliman jî her bisekinin.”
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî ev tişt anî ziman: “Em ji rastiya 9 sal berê bêpar hatin hiştin. Ev 9 sal in em ne ji bo bîranînê, ji bo domandina vê têkoşînê li vir dicivin. Em qala têkoşîna Tahir Elçî heta niha daye dikin, em qala têkoşîna wî ya li dijî necezakirinê dikin. Em ê qala têkoşîna wî ya çandê ya li vê derê, li ber Mînareya Çarling dayî bikin. Hevjîna wî, zarokên wî bifikirin, ma mafê wan ê zanînê nîne? Ev 10 sal in ji zarokên wî tê veşartin bê ka bavê wan çawa hatiye windakirin. Ya ku em jê şerm dikin ev e. Ez soz didim; belkî 19 sal, belkî 29 sal belkî jî 99 sal piştre dîsa dê ev kolan bi hezaran parêzeran tije bibe. Ew ê bizanin ka çi bûye û dê ji bo bîranîna Tahir Elçî bên vê derê.”
Di bîranînê de herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ber Mînareya Çarling.
(ED/AY)