* Tahir Çetin ve Ali Faik İlter, Photos: Sozcu
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Karkerên Kanzayê ji bo tezmînatê ji Somayê, navçeya Manîsayê diçin Enqereyê. Lewre karker hatine astengkirin ku rênedane karker bikevin Enqereyê. Di vegera karkeran de qeza çêdibe.
Li nêzîkî Kolana Bakira serbi navçeya Kirkagaça Manîsayê wesayita ku karker tê de ne serûbino bûye û di encamê de Tahîr Çetîn, Serokê Giştî ê Sendikaya Karkerên Kanzaya Serbixwe û Alî Faîk Îlter mirine.
Karkerên kanzayê yên Somayê 10 sal in ji bo ku tezmînata xwe ji Ûyar Madencîlîkê werbigirin, têdikoşin. Karkerên kanzayê di 4ê Tîrmehê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi malbatên xwe re bi otobusê berbi Enqereyê ve bi rê ketibûn.
Piştî ku rênedabûn karker bikevin Enqereyê, ji karkeran lijneyekî 5 kesî bi Mûstafa Elîtaş, Wekîlê Serok yê Koma AKPê re hevdîtin pêkanîbûn. Elîtaş ji karkerên kanzayê yên ku gotibûn em heqên xwe dixwazin re gotibû, “Çi ji min re, ma hûn ji min re şixulîn?
(TP/HA)