Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) wan jinên derhênerê Harvey Weinstein destdirêjî li wan kirî axivîn derî li îfşakirinê vebû.
Yek bi yek navên tacizkarên Hollywoodê eşkere dibin.
Heta niho navên hatîn eşkerekirin ev in: derhênerê Harvey Weinstein, derhênerê Jomas Toback û Brett Ratner, lîstikvanên sînemayê yên Kevin Spacey, Dustin Hoffman, Jeremy Piven, Ben Affleck û birêvebirê Amazonê Roy Price.
Pêla îfşakirina navan bi tenê li Hollywoodê nema û xwe li her derên dinyayê da. Jinan bi nîşana #MeToo(#EzJî) li medyaya civakî serhatiyên xwe yên taciz(destdirêjî, zimandirêjî, nîşandana dîmenên cinsî) li wan hatîn kirin parvekirin.
Bixwîne – Jinan got #EzJî, dora mêran e ku bibêjin #EzêÇawaBiguherim
Jinên li Perlemana Ewropayê jî dixebitin bûyerên tacizkariyê yên li wê derê bûyîn îfşa kirin.
Berpirsên vî karî yanî mêran berpirsiyarîya bûyeran negirtin ser xwe. Senaryonivîsê navdar ê Amerîkayî Benjamin Lawî ji bo piştgiriya vê kampanyayê kampanyaya #HowIWillChange (#EzêÇawaBiguherim) da dest pê kirin. Lê hê jî li Tirkiyeyê piştgiiyeka berbiçav çênebûye.(ÇT/MB)