Syukuro Manabe, Klaus Hasselmann û Giorgio Parisiyî îsal Xelata Fîzikê ya Nobelî qezenc kiriye.
Li Akademiya Zanistan a Qraltiya Swêdê civîna çapemeniyê hatiye lidarxistin û di civînê da hatiye gotin ku îsal Manabeyê meteorolog û klîmatologê japonî û Hasselmannê oşînograf û modelkarê îqlimê yê almanî û Parîsiyê fîziknasê teorîk ê îtalyanî wê xelatê di nava xwe de par bikin.
Manabeyî û Hasselmanî "Modela fizîkî ya îqlima dinyayê amade kirine, germahiya kurewî bêyî ku xeta tê de hebe texmîn kirine û guherîna wê pîvane."
Parîsî jî "Ji atomê heta pîvana gerstêrkan di sîstemên fîzikî de pêlpêlîn û hevbandoriya bêrêkûpêkiyê derxistiye holê.”
Di sala 2020î da Roger Penrose fîziknasê matematîkî yê ingilîz, Reinhard Genzelê astrofîziknas ê almanî û Andrea Gheza zanyara asîman a amerîkî Xelata Nobelê ya Fîzikê wergirtibûn.
Xelata Fîzikê ya Nobelê, ji 1901ê vir va her sal di qada fîzikê da didin kesên ku seba mirovahiyê keşf û xebatên nû kirine.
100 sal berê di 1921ê da navdar Albert Einsteinê fîziknas ê alman xelat qezenc kiribû. (FD)
*Çavkanî: AA