Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Swîsarayê li sala 1992yê daxwaz ji Yekîtîya Ewropayê kiribû ku bibe yek ji endamên wê rêxistinê.
Li gor nûçeyeka Euronewsê li rojên Şemî-Yekşemê parlamento kom bûye.
Piraniya endamên parlamentoyê ji bo ev daxwaz bê betalkirin deng dane û parlamentoyê biryar daye vê daxwazê betal bike.
Danûstandin sekinîbûn
Li sala 1992yê piştî Swîsrayê ji bo endambûnê serî Yekîtîya Ewropayê dabû, parlamentoya wê bi ji sedî 50,3yê dengên erênî biryar dabû danûstandinên digel YEyê bisekinîne.
Digel ku Swîsra ne endama YEyê ye ji sala 2008ê ve ew li Herêma Vîzeya Schengenê ye.
Brîtanya û referandûm
Brîtanya jî dê li 23yê Hezîranê referandûmekê bike û biryarê bide ka ew ê di YEyê de bimîne an na.
Tê îdiakirin ku encama referandûmê dê qasî Brîtanyayê siberoja YEyê jî biguhere.(YY/MB)