Çîrokek e, ku di nav kevir, bêdengî û wêraniyên Edeneyê de winda bûye… Marie, Ermeniyeka ku bi darê zorê bûye Misilman. Şopa wê her çiqas ji bîr/hefizeyê hatibe jêbirin jî, bi kameraya Nagehan Uskanê dîsa lê tê gerîn. “Sweet Home Adana”, ji rêwîtiya li dû malek wenda zêdetir, tiştî vedibêje; li pêy şopa înkar, jibîrkirin û tiştên nexuyayî ye. Bi rûyên nenîşandayî, bi guhdarîkirina bîra dengan û keviran, ev belgefîlm bêdengiya giran a rabirdûyê bi pirsên îro re tîne ba hev.
Di fîlmê de rû ne xuya ne; li şûna wan deng, mîrîldan, şahidiya keviran û çalên ku ji hêla xezîneyan ve hatine vekirin diaxivin. Marie her çend neyê dîtin jî, wekî ku Uskan dibêje, li wir e. Mîna ku Ermenî û gelên din hê jî bi awayekî nexuyayî li wan axan berdewam dikin. Belgefîlm, ji lêgerîna kesane wêdetir diçe û temaşevanan bi qêrînên bêdeng ên bîra kolektîf re rû bi rû dike.
Di çarçoveya 9’emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê de li Amedê nîşandana belgefîlma “Sweet Home Adana” jî hate kirin. Piştî nîşandanê, di axaftina ku hate lidarxistin de Uskan qala wê yekê kir ku wê çawa çîroka Marie keşf kir, wê çawa atmosfêra belgefîlmê ava kir û ev rêwîtî ji bo wê çi îfade dike.
Me bi Uskan re hem li ser fîlmê hem jî li ser ka belgefîlm li hember polîtîkayên înkar û jibîrkirina rabirdûyê çawa peyvekê dibêje axivî. Uskanê pirsên bianetê bersivand.

Çîroka wenda ya Marieyê
Çima we xwest ku belgefîlmeke wisa bikişînin?
Min belgefîlmên yekem-şexs ên cuda yên li ser lêgerîn û dîtina kokên nenas temaşe kirin. Ev çîrok ji wan cuda bû. Lêgerînek bi nezanînan tije, ku bi nedîtinê bi dawî dibe, li ser malek ku nayê vegerandin, xwestim li ser vê yekê bifikirim û qatên înkarê yên li pişt vê nedîtinê derxim pêş.
Marie kî ye? We çîroka wê çawa keşf kir?
Marie Ermeniyeke Adanayî ye ku bi zorê Misilman bûye. Çîroka wê ji bîranînan û qeydên fermî hatine jêbirin. Tevî vê yekê, min pirs kir gelo gengaz e ku mirov wê bi bîr bîne û bi berhevkirina perçeyên cuda çîroka wê vebêje. Çîroka Marie ne çîrokek qehremanî ye, ew yek ji Ermeniyên Musilman bûyî ye ku tê texmînkirin li Tirkiyeyê hejmara wan çar mîlyon e. Ez difikirim ku ev mijarek e ku zêde nayê axaftin lê divê bê axaftin.
Dengên rûyên veşartî û şahidiya keviran
Rêwîtiya ber bi mala Marie, bêyî nîşandana rûyan tê vegotin — di fîlmê de deng, dengên atmosferîk serdest in. Çima Marie xuya nake? Çi bi serê wê hat?
Marie xuya nake, dengên vegêr û rûyên xezîneyan ên ku qatek din a belgefîlmê pêk tînin jî xuya nakin. Dema ku min li herêmê lêkolîn dikir, çavên min li kevirên bîra herêmê hilgirtî, li aliyekê jî li çalên xezîneyan ên ku wêrankirina berdewam nîşan didin, sekinî. Şahidiya tiştên ne mirovî, ango ew halê bîrê ku li erdnîgariyê tevî her tiştî zindî dimîne, ji bo min hêmanek girîng bû. Marie her çend xuya neke jî heye, mîna ku Ermenî û gelên din li wê erdnîgariyê hê jî berdewam dikin. Di vî warî de dengên atmosferîk ên ku we behs kirin ji bo min pir girîng in. Min dîmena dawî piştî guhdarîkirina strana To Spiti Anthise ya Eleni Poulou, ku li ser bîra Pontusê hatiye avakirin, nivîsand. Dema min ev stran bihîst, ez dikarim bibêjim ku min ew dîmen dît. Hestek tije mîrîldan û sayîklama ji rabirdûyê, qatek afirand. Di heman demê de, ev yek pîvana gerdûnî ya pirsgirêka kokan, ku ji mijara Ermenî wêdetir e, lê zêde kir.
Ji malê wêdetir: Li şopa bîra wenda
Di fîlmê de we çi digeriya; we ji vê rêwîtiyê çi dît?
Di fîlmê de min tiştekî ku min dizanibû nikarim bibînim digeriya. Wekî ku min ji Zabel Yesayanê vegirt, min xwest tevî her tiştî kenek hêvîdar bibînim. Ev jî çûyîna wir û bîranîna bîra Ermenî, rûbirûbûna wê, nîşandana wê yekê bû ku ev çiqas bi qîmet e. Ji bilî vê, dîtina malek bi koordînatên wê ti girîngî nebû, ev mal malek xeyalî bû. Dibe ku her malek be. Nîşandana wê yekê ku vê yekê ji bo min ji kesayetiyê wêdetir wateyek heye girîng bû.
Lêgerînek paralel bi xezîneyan re
Dema di nav wêraniyan de digerin, hûn dîmenên xezîneyan jî nîşan didin — hûn li vir çi dixwazin bibêjin?
Hem lêgerîna xezîneyan hem jî ya min heye. Di rastiyê de her lêgerîn û lêkolîn jî kolandinek e. Her çend cuda biçin jî, ya min bi awayekî asoyî, ya wan bi awayekî vertîkal e. Ya min hewldanek nerm a sererastkirinê ye, ya wan wêranekirinek ku bûye hobî. Em her du jî li tiştên nenas digerin. Zimanên me yên dîtbarî dişibin hev. Ev diyalektîk nêzîkatiya min a bi mîzahê jî hêsan kir.
Qatên înkar, jibîrkirin û rûbirûbûnê
Mijarên jibîrkirin, înkar û paşguhkirin di fîlmê de bi awayekî pir bi hêz derbas dibin. We di belgefîlmê de çawa ev mijar xuyayî kirin?
Dema em li çîrokên bi vî rengî dinêrin û guh didin wan, dema em wan paşguh nakin, dema em bi awayekî samîmî bi mijarên krîtîk ên rabirdûyê re rû bi rû dimînin, ez difikirim ku eleqekirina bi mijarên ku we behs kirin, ji bo do û îro bi rastî ne zehmet e.
Hûn hêvî dikin ku ev belgefîlm bandorekê li polîtîkayên bîrê yên li Tirkiyeyê û siyaseta nasnameyê bike? Çawa bandorek?
Ez nikarim bibêjim ku îdiayek min a mezin heye. Lê ez difikirim ku derketina çîrokên din ên bi vî rengî û normalîzekirina axaftina li ser van, ji bo jiyana bi hev re bandorek erênî li îro bike.
(İY/AY)
.jpg)






