Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kuryakos Ergun, Serokê Weqfa Dêra Mor Gabrielî got ku şahidê nihênî gotiye “Xwarin dane PKKyiyekî” û li ser wê yek jê rahib sê suryanî hatine desteserkirin.
Sefer (Aho) Bileçen, rahibê Dêra Yaqûbî ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî di nav de sê suryanî duh (9ê Kanûna Paşiyê) hatibûn desteserkirin. Sefer (Aho) Bileçe, Joseph Yar keyayê gundê Xarabalê û Musa Taştekîn piştî ku hatine desteserkirin birine Şaxê Dijterorê yê Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê.
"Em ditirsin"
Ergunî bertek nîşanî desteserkirina sê suryaniyan da û diyar kir ku, “Em ditirsin, di nava metirsiyê de ne. Em ne li bendî tiştekî wiha bûn, em şaş bûn.”
Li gorî zanyariyan îfadeya her sê kesan hatiye standin. Her sê nav li ser îfadeya şahidekî nehênî hatine desteserkirin ku gotiye, “Xwarin dane yekî/a PKKyî.”
Serokê Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê bertek nîşan daye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Serokê Yekitiya Suryaniyên Mêrdînê û Koordînatorê Mêrdînê yê Tora Venêrîna Denge Yûhanna Aktaşî, desteserkirina keşiş Bîleçen û kesên bi wî re nirxandiye û wiha gotiye: “Bi van operayonên şahidên nehênî û giliyên derew, dixwazin suryaniyan bitirsînin û teslîm bigirin. Keşîşek dev ji metropolên mîna Stenbolê berdide û ji bo ku xwe ji cîhanê pak bike, dixwaze li qûntarên Çiyayê Bagokê bijî. Gelo sedema binçavkirina keseke wiha dibe ku çi be? Ev operasyon ji bo teslîmgirtin û çavtirsandinê ye. Di dîroka Suryaniyan de keşîşek tenê jî nehatiye binçavkirin. Papaz girtine, lê keşîş ne girtine. Kesekê ku tu eleqeya wî bi siyaset û bazirganiyê re nebe, çawa dibe hûn wî desteser bikin? Em vê yeke teqez qebûl nakin. Suryanî ji gelên qedîm ên vî welatîne.” (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê