Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçê ya Wezareta Navxweyî, roja 18ê Tebaxê daxuyaniyek li ser hesabên xwe yên medyaya civakî par ve kiriye û gotiye, ew ê Sûriyeyiyan bi şûn de vegerînin
Midûriyetê gotiye, Sûriyeyiyên ku sûc kiribin ango qeyda wan nebe, ew ê bên dersînorkirin. Kesên ji bajarê lê qeydkirî çûbin bajarekî cuda wê bi şûn de vegerînin bajarên wan ên lê qeydkirî.
Piştî vê daxuyaniyê di nûçeyan de hatiye belavkirin ku hin Sûriyeyî şandine Sûriyeyê.
Niha jî Walîtiya Stenbolê daxuyaniyek derbarê bûyerê de belav kiriye. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Digel ku li gorî yasaya parastina demkî dimînin, biyaniyên ji Sûriyeyê yên qeyda wan li bajarên din e lê li Stenbolê dimînin, divê heta 20ê Tebaxê vegerin bajarên xwe.
“Kesên ku heta vê demê venegerin, wê li gorî fermana Wezareta me ya Navxweyî ji bo bajarên ku lê hatine qeydkirin bên şandin”. (RT/EKN/FD)
* Fotograf: Platforma Lêkolînên Koçberiyê