Fotograf: AA / Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh civîna di navbera heyeta Tirkîye û DYAyê de ya li ser ‘Herêma Ewle’ bi dawî bûye. Piştî ragihandina encamên civînê, Hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyek daye û gotiye: “Raste rast êrişa li ser ax û desthilatdariya Sûriyeyê ye.’’
ji Wezareta Karên Derveyê rayedarek ji Ajansa Fermî a Sûriyeyê (SANA) re axivî ye. Rayedarî gotiye ku lihevkirina Tirkîyeyê û DYAê “Li hember Sûriyeyê êrişeke ku bi hevkariya Amerîka û Tirkîyeyê pêk tê.”
Rayederî ji bo “Herêma Ewle” gotiye ku ‘raste rast êrişa li ser ax û desthilatdariya Sûriyeyê ye’ û ‘wê rageşiyê di heman demê de zêde bike’. Li gorî daxuyaniya rayedarê sûriyeyî “Herêma Ewle” ‘‘Êrişkariya Tirkiye û DYAê ye’ û ‘ ‘wê aramî û aştiyê bixe bin xetereyê’.
Çavkaniya ku ji ajansa SANAyê re axivî ye ji bo rejîma Tirkiyeyê wiha gotiye: "Li herêmên cida yên cîhana erebî kaosê belav dike û dixwaze xeyalên mîrektiya Osmaniyan ji nû ve zindî bike û heta wê bi cî nîne dê nesekine."
Kurtedîroka nîqaşên li ser “Herêma Ewle”
Serokê DYAê Donald Trumpî di 13ê Kanûna Paşiyê de mijara “herêmên ewle” ji nu ve anîbû rojevê.
Trumpî, di 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de daxûyaniya vekişandina leşkerên DYAyê dabû.
Di heman rojan da jî Serokomarê Tirkîyeyê Receb Tayyîb Erdoganî daxûyaniyên li ser Rojhilata Firatê û biryarên operasyonê daye.
Trumpî di 13ê Kanûna Paşiyê de li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê peyamek weşandiye û wiha gotiye:
“ Heke Tirkîye li Sûriyeyê êrişê li kurdan bike em ê Tirkîyeyê bi aboriyê wêran bikin” û “em ê li herêmê herêmeke ewle ya 32 kîlometreyan çêbikin”. (AO/FD/DD)
* Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandiye