Sûriye/Rojava | Di entegrasyonê de qonaxa nû: HSD hat fesixkirin, Ebdî bi Şara re civiya
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî aşkere kir ku HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesixkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûye û bi vî awayî pêvajoya entegrasyona ji bo artêşê temam bû.
Mezlûm Ebdî heman rojê li Koşka Gel a li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara re civiya.
Daxuyaniya Ebdî hem ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê hem jî ji aliyê ANHAya ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike ve hat belavkirin. Reutersê jî ragihand ku HSD di çarçoveya peymana entegrasyonê ya bi rêveberiya Şamê re bi awayekî fermî hatiye fesixkirin.
Ebdî li ser çarenivîsa HSDyê biryara dîrokî ragihand û weha gotiye:
Em îro di kêliyeke dîrokî de li pêşberî we sekinîne û rûpeleke girîng di dîroka Sûriyeyê de ditewînin û dîrokeke nû ku sernavê wê aştî, istiqrar û avakirina welat vedikin.
Ji destpêka avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, şervanên wê di qonaxên herî zehmet de ku Sûriyeyê tê re derbas bû berpirsyareke mezin higirtin. Şervanan ji dema hikumetê Baasê ve piştre dema terora DAIŞ‘ê gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê rizgar kirin.
Di van şeran de şervanên me berdêlên mezin dan û jiyana xwe feda kirin. Bi hezaran şehîd ji bo mîsogeriya siberojeke ewle ji bo zarokên Sûriyeyê şehîd bûn.
Îro merc hatin guhertin û welat derbasî qonaxeke nû bû ku sernavê wê aştî, hevpariya di avakirina Sûriyeya nû de ye. Piştî lihevkirina bi serok eş- Şera û temambûna pêvajoya entegrekirina hêzên me di nava tûgayên artêşa Sûriyeyê em îro bidawîbûna mîsyona HSDê radighînin. Em bi berpirsyarî fesixkirina wê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe radighînin.
Em ê bi hev re bîranînên şehîdên xwe hilgirin û fedakariyên wan di wijdanên xwe biparêzin; ji ber ku ne ji ber şer, lê ji ber roja were ku pêdiviya Sûriyeyan bi şer çênebe, şer kirin. Em dixwazin ev roj bibe destpêka guhertineke rasteqîn a ji qadên şer ber bi qadên avakirin ve, ji zemanê çekê ber bi zemanê aştiyê ve, ji qonaxa parastina Sûriyeyê ji qonaxa avakirina Sûriyeyê ve."
"Mafê fêrbûna bi zimanê Kurdî yek jî mafên girîng e ku gelê me yê Kurd bi dehên salan e ji bo wê tê dikoşe. Birêz serok di gelek boneyan de parastina vî mafê ragihand.
Me helwesteke vekirî der barê mafê hînbûna bi zimanê dayikê û pêşxistina birayra heyî di siberojê jê hîs kir. Em ê îsal vê biryarê pêk bînin da ku karibin di siberojeke nêzîk de li serê wê ava bikin."
Li gorî Reutersê, entegrasyon YPGyê ku yek ji pêkhateyên bingehîn ên leşkerî yên HSDê ye jî di nav xwe de digire. Yek ji fermandarên YPGyê Sîpan Hamo di meha Adarê de weke Alîkarê Wezîrê Parastinê yê ku berpirsiyarê herêma Rojhilatê Sûriyeyê ye hatibû erkdarkirin. Di plana entegrasyonê ya ku berê hatibû ragihandin de dihat pêşbînîkirin ku hêzên HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de di dê weke çar tugayan bimîne.