Li bajarê Dêrazorê yê li rojhilatê Sûriyeyê, çalakiya girtina rê ya ku karkerên Qada Petrolê ya El-Omarê ji bo mûçeyên xwe bigirin dabûn destpêkirin berdewam dike.
Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karker li xaçerêya Attalê ya li nêzî Dhiban û deriyê qada El-Omarê kom bûn û rêya sereke ya ku diçe qadê girtin, lastîk şewitandin û rê neda ku wesayîtên qadê derbas bibin.
Karker diyar dikin ku zêdetirî 8 mehan e mûçe û destheqên xwe yên din nagirin û derbarê vê yekê de ku wê pirsgirêk kengî bê çareserkirin daxuyaniyeke fermî nehatiye danîn.
Çalakiya ku di 15ê Îlonê de dest pê kiribû, roja Çarşemê jî berdewam kir. Karkeran ragihand ku heta mûçeyên wan neyên dayîn ew bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin.
Li bajarokê Zîbanê yê li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê pêla nerazîbûnên ji berbipaşketina mûçeyan û bihabûna sotemeniyê berfireh dibe.
Mûçeyên heşt mehan û daxwaza mafên kar
Li gorî çavkaniyên xwecihî, karmendên ku li Parzûngeha El Omerê kar dikin wekî nerazîbûneke li hemberî bipaşketina mûçeyan û nediyarbûna mafên kar rêya navçeyê girtiye.
Xwenîşander bi daxwaza ku mûçeyên wan ên bipaşketî bên dayîn û rewşa wan a karwere sererastkirin derketine qadan.
Nerazîbûn li dijî bihakirina benzînê
Girtina vê rêya ber bi Qada Petrolê ya El Omerê ve di demeke wiha de pêk hat ku li Dêrezorê û hinek herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, xwenîşandanên li dijîbiryara bihakirina benzînê berfireh dibin.
13ê Îlonê dest bi bicihanîna biryara bihakirina benzînê hatibû kirin û benzîn, mazot ûgaza malan hatibûn bihakirin.
Li gorî bihayên nû, lîtreya benzîna 95 oktan ji 152 lîreyên Sûrî bûye 195 lîre û benzîna 90 oktan jî ji 142 lîreyan bûye 185 lîre.
Her wiha lîtreya mazotê ji 125 lîreyan bûye 175 lîre. Bihayê tûpeke gaza malan jî ji 1,470 lîreyan bûye 1,600 lîre.
Li hinek deverên Dêrezorê û herêmên din, daxwazên aborî û civakî bûne sedema xwenîşandanan û van bihayên nû jî nerazîbûn gurtir kirine.
(AEK/AY)
