Fotograf: SANA (Ajansa Dewletê ya Sûriyeyê)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mevlût Çavûuşoglû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê îro daxuyanî dabû û gotibû ku “ji bo bikaranîna qada hewayî ew bi Rûsya û Îranê re gotûbêjan dikin.” Piştî vê daxuyaniyê bi du sê çar saetan Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Feysel Mîkdat Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got, “Heke ku Tirkiye li dijî Efrînê operasyonekê li dar bixe, ew operasyon wê weke êrîşekê were nirxandin.”
Mîkdat diyar kir ku “Heke balafirên Tirkan êrîşê bidin destpêkirin, sîstemên berevaniyê yên hewayî amadene ji bo ku hedefeke hewayî ya Tirkan tune bikin.”
Feysel Mîkdat îro li Wezareta Karên Derve ji çapemeniyê re axivî û got, “Heke ku rejîma Tirkiyeyê operasyonekê li ser Efrînê bide destpêkirin, ev tê wê wateyê ku Artêşa Tirkiyeyê serweriya xaka Komara Erebî ya Sûriyeyê binpê dike û êrîşê tîne ser wê.”
Miqdat wiha berdewam kir: "Efrîn xaka Komara Erebî ya Sûriyeyê ye û heta hetayê wê weke axa Sûriyeyê bimîne. Divê ev di serî de ji hêla Tirkan ve ji hêla herkesî ve baş were famkirin."
Serfermandar Akar û Şêwirmendê MİTê Fidan li Rûsyayê ne
Di vê navberê de Hûlûsî Akar Serfermandar û Hakan Fîdan Şêwirmendê Rêxistina Istixbarata Netewî (MİT) ji bo ku bi Valery Gerasîmov Serfermandarê Federasyona Rûsyayê re bicivin çûn Rûsyayê. Di civînê de wê li ser mijarên ewlehiyê yên herêmî, pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û pêvajoya Astana/Cenêvê nîqaş bikin. (PT/FD)
*Çavkanî: SANA, Sputnik.