Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallim diyar kir ku piştî DAIŞ têk biçe, ew dikarin bi Kurdan re xweseriyê gotûbêj bikin.
Mûallim hevpeyvîn li gel Russia Todayê çêkir û dema ku pirsa derbarê referandûma serxwebûnê ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê bersivand agahî ji bo statuya Kurdên li Sûriyeyê jî dan.
Mûallim derbarê referandûmê de got, “Em bi awayekî kategorîk vê mijarê ret dikin û em alîgirê hevgirtina Iraqê ne” û li ser xweseriya Kurdên li Sûriyeyê jî wiha axivî:
“Kurdên Sûriyeyî di nava sînorên Komara Erep a Sûriyeyê de daxwaza rêveberiyeke xweser dikin û em dikarin vê mijarê gotûbêj bikin, nîqaş bikin. Û piştî ku DAIŞ ji holê hat rakirin em dikarin bi wan re li ser maseyê rûnên û li ser formulên dahatûyê lihev bikin”.
“Idlib ji bo Tirkiyeyê ceribandineke”
Ew pirs jî ji Mûallim hat pirsîn ku derbarê garantoriya Tirkiyeyê ya di pêvajoya Astanayê de û şandina çavdêran ji bo li Idlibê herêmeke ji şerî dûr be bê avakirin de bû: “Çi hêza ku hikûmetê li Sûriyeyê qebûl nekiriye, hêzeke dijyaseyî ye. Me qebûl kir ku li Idlibê herêmeke ji şerî dûr be bê avakirin, lewre ji bo famkirina niyeta Tirkiyeyê em vê weke ceribandinekê dihesibînin.” (HK/FD)
* Çavkanî: rt.com