Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
10emîn Daîreya Şûraya Dewletê daxwaza betalkirina biryara Serokomariyê ya di 20ê Adara 2021an da ya têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nekiriye. Hatiye diyarkirin ku biryar bi 3 dengan li dijî 2 dengan stendine.
Dozgeran daxwaza betalkirinê kiribû
Di danişîna dawî de Serdozgera Şûraya Dewletê Nazli Yanîkdemîrê di nêrîna xwe de gotibû ku "Peymana Stenbolê ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye qebûlkirin, Serokomar nikare betal bike". Di danişînek berê de jî Dozgerê Şûraya Dewletê Aytaç Kûrt daxwaza betalkirina biryarê kiribû.
Li aliyê din Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan bi gotina "Kî hevoka ku bi 'Peymana Stenbolê' dest pê dike bike bila pêşî jinên me bertek nîşan wan bidin” û van gotina jin û peyman hedef girtibû."
Li ser medya civakî bertek hatiye nişandan
Biryara Şûraya Dewletê li ser medyaya civakî rastî bertekan hatiye. Rêxistinên jinan di serî de parlamenterên CHP û HDPê biryara Şûraya Dewletê protesto dikin.
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne.
(EMK/AY)