Fotograf: AA
Ji bo nûçeya (1) (2) / ingilîzî bitikîne
10em Daîreya Şêwra Dewletê biryara Lijneya Wezîran betal kiriye ku gotibû Ayasofya ne mizgeft lê muzexane ye. Lijneya Wezîran ev biryar di 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an de dabû.
Komeleya Xizmeta Ji bo Derdorê û Bermahiyên Dîrokî ya Weqfan a Daimî ji bo biryara Lijneya Wezîran a derbarê Ayasofyayê de were betalkirin, serî li Şûraya Dewletê dabû.
Daîreyê biryar dabû ku danişîn ji bo dadgehkirinê pêk were û di 2yê Tîrmehê de li aliyên peywendîdar bi mijarê re guhdar kiribû. Piştî danişînê Daîreya 10em a Şûraya Dewletê lêkolîn li ser dosyayê kiribû û îro biryara xwe daye.
Şûraya Dewletê diyar kiriye ku wan biryara Lijneya Wezîran a di 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an de daye betal kiriye. Lijneya Wezîran gotibû ku Ayasofya ne mizgeft e lê muzexane ye. Bi vê biryara Şûraya Dewletê re êdî dikarin Ayasofyayê weke mizgeftê bi kar bînin.
Erdoganî biryar daye ku Ayasofya bibe mizgeft
Piştî ku Şêwra Dewletê biryar daye, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) biryarnameyek weşandiye. Di biryarnameyê de hatiye gotin ku piştî 10em Daîreya Şêwra Dewletê biryar Lijneya Wezîran a 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an betal kiriye wî biryar daye ku rêveberiya Mizgefta Ayasofyayê bide Serokatiyê Karûbarên Olî û bi vî awayî ji îbadetkirinê re were vekirin.
Derbarê Ayasofyayê de
Li “Qadên Dîrokê yên Stenbolê” ye û di sala 1985an de xistibûn nava lîsteya Mîrateya Cîhanî.
Justinyenê 1em, Împaratorê Bîzansiyan di navbera salên 532 û 537an de weke kenîse ava kiribû. Piştî ku Fatih Sultan Mehmetî Stenbol bi dest xist, kiribûn mizgeft. 481 salan weke mizgeft hatibû bikaranîn. Di 24ê Çiriya Paşiyê ya 1934an bi îmzeya Ataturkî û biryara Lijneya Wezîran, di 1ê Sibata 1935an de bûbû muzexane. (HA/FD)