Sûna Alanê helbesta Arjen Ariyî ya bi navê “Tu bihata” kiriye stran. Alanê bi xwe muzîk ji stranê re çêkiriye ku bi amûrên muzîkê yên modern û bi rengê muzîka moderna a cîhanî ve hatiye honandin.
Stran li ser hemû platformên dijîtal hatiye weşandin.
Bariş Guneyî aranjoriya stranê kiriye û her weha Berdin Pamukçu li gîtarê, Giulio Granchelli li gîtara bas, Atakan Gözetlik li trompetê, Guneş Karaduman li trombonê xistiye û Ömer Aslanî bi amûrên rîtmê beşdarî nava xebatê bûye.
Çiğdem Boruyê wêneyê li ser berga single-ê amade kiriye.
Derbarê Sûna Alanê de
Sûna Alan bi stranên xwe yên bi kurdî li Ingilîstanê bi nav bûye. Ew jî weke Çigdem Aslanê bi kevneşopiya kurdên elewî hatiye naskirin. Kevneşopiya dengbêjiyê ya Çewlikê, stranên kurdên elewî û muzîka rûman a li Îzmîrê bandor lê kiriye. Di repertûara wê de her wela stranên ermenkî, rûmî, sefaradî, erebî û tirkî hene.
Platforma rojnamegeriya afirîner a bi navê Brus & Bow a navenda wê li Ingilistanê ye, di sala 2018ê de potrteya Sûna Alanê di nava "Projeya Rol Modelên Jinan" de weşandiye. Alanê di nava rêzekonserên "Di Muzîkê de Jin" de li Southbank Centreyê konser daye. Ni dava projeyên SOAS Kurdish Band û SOAS Rebetiko Bandê de kar û xebatên xwe dewam dike ku ev her du proje jî li yek ji girîngtirîn dibistanên muzîkê yên Ingilistanê, Zanîngeha SOASê hatiye avakirin. Sûna Alan li Ingilistanê û li derveyî Ingilistanê konseran dide. (FD)