"Sûna Alan û Hevalên Xwe" di projeyekê de sê stran him bi kurdî him jî bi yewnanî strane.
Alanê tevî Hara Ioannidouyê stranên xwe bi rengekî akûstîk strane û dema strînê bi rengekî zindî tomar kirine.
Di projeyê de hunermendan strana “Were Qurban” (Ti Ta Theleis Ta Lefta), “Nekî Nekî” (Sala Sala) û “Çavên Mecnûn” (To Gefiri Tis Dramas) him bi kurdî him jî bi yewnanî strane. Stran li ser hemû platformên dijîtal hatine weşandin.
Di dema strînê de Mario Christofiyî li ûdê, Filippos Papasavvasî li bûzûkiyê Ed Emeryyî li tzoûra û rîtmê daye.
Bi vê projeyê tê armanckirin ku çandên cuda bên ba hev û têkiliyek di navbera wan de çêbibe. (FD)