Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber ku nûçegihanên Gazete Şûjinê nûçeyên tûndkariya li zarok û jinan tê kirin dinivîsin, sûcdar û xizmên sûcdaran wan tehdîd dikin.
BIXWÎNE: Gazete Şûjinê dest bi weşanê kir
Edîtora Gazete Şûjinê Sîbel Yûklerê got sûcdar û xizmên sûcdaran telefonî ofîsa Şûjinê dikin û dijûnan didin wan. Yûklerê ji bianetê re got:
“Heke sûcdar eşkere bin em wan teşhîr dikin. Ji ber vê yekê em tên tehdîtkirin.”
Ji destpêka weşana Gazete Şûjinê ve gelek tehdît li wan têne kirin. Di van demên bûyerên destdirêjiyê zêde bûyîn de tehdît jî zêde dibin.
BIXWÎNE: BTKyê weşana Şûjinê asteng kir
Nûçegihana Gazete Şûjinê, Rojda Ogûzê got:
“Hişmendiya edaletê ya ku ji hiqûqê dûr e dê nekare wan kesên wek me nûçeyên jinparêz dinivîsin bêtesîr bikin. Tehdîtên tirs û sehmê têne kirin lê bersiva me ya ji bo wan nûçeyên me ne.”
Gazete Şûjinê eşkere kir ku ew dê bibe dengê jin û zarokan. Dirûşma Şûjinê ev e: “Mexdûran biparêze, sûcdaran teşhîr bike.”(ÇT/MB)