Çendek berê li Derê Çiyê berê min kete Hewş Cafeyê. Hê ez li ber derî dengê stranên ji welatên Balkanan li ber guhê min ket. Min ji xwe re got, qey dengê stranên rojane yên cafeyê ne. Lê piştre dema ku ez çûm nava cafeyê, min dît ku jinek û mêrekî ku di destê wî de ûd heyî li ser dikê ne û bi awayekî pir mûtewazî gelek stranên bi zimanên cuda distirên: Makedonî, rumî, kurdî, sûryankî, erebî, fransizî, tirkî. Vê rewşê pir bala min kişand. Heta dawiya şevê jî ez mit bûm û bi sed dilî min li stranên wan guhdar kir.
Roja din min xwe gihande wan û ji bo xwînerên bianet kurdiyê me li gel Zeynep Dîlara Aslan û Philippe Gilet sohbet kir. Dema ku min ji wan re got ez ê hevpeyvînê bi kurdî binivîsim kêfxweşiya xwe jî anîn ziman.
“Dilê min her tim bi stranbêjiyê ve bû”
Zeynep Dîlara Aslan jineke 30 salî ye û ji Trabzonê ye. Wê heta 18 saliya xwe jî li Trabzonê jiyana xwe domandiye. Piştî dest bi zanîngehê dike, rêya wê dikeve Stenbolê. Li zanîngehê beşa mimariyê dixwîne, piştre jî li ser restorasyonê lisansa bilind dike. Aslan her çiqas ku li zanîngehê van beşan bixwîne jî, ji zaroktiya xwe ve meyla wê li ser stranbêjiyê ye.
Her distire dengê xwe nas dike
Piştî zanîngehê diqedîne, berê xwe dide mûzîkê û ji ber xwe ve dest bi gîtarê dike. Demek şûn de hem li gîtarê dide û hem jî distirê. Bi vî awayî stranên xwe bi amatorî tomar dike û bi hevalên derdora xwe parve dike. Piştre diavêje ser malperên dijîtal ên wek SoundCloudê jî. Dema ku dengê wê li ser malperên dijîtal tê ecibandin û gohdarikirin, êdî berê xwe dide stranbêjiyê li gelek deverên cur bi cur û derkeve ser dikê. Zeynep Dîlara Aslan dibeje ku “Bi awayekî profesyonelî pêvajoyeke min î stranbêjiyê çênebûye, lê her ku min stra, dengê min derkete holê û bi vî awayî li gelek deverên cur bi cur ez derketim ser dikan.”
Li cafeyên Fransayê mûzîka tesavvûfê
Zeynep Dîlara Aslan û Phîlippe Gîlet 2 sal berê hevdû nas dikin û bi hev re derkevin ser dikan. Di sala 2022an de li Fransayê bi terz û şêweya mûzîka tesavufê, li deh cihan derkevin ser dikan. Aslan ji bo wan konserên li Fransayê û mûzîka tesavvûfê wiha dibêje: “Ji bo min tecrûbeyeke pir xweş bû. Kesên me guhdar dikirin, kêfa wan ji şêweya mûzîka me re dihat û vê yekê jî hêza min a bi mûzîkê ve zêdetir dikir.”
Ji stranên makedonî heta yên kurdî
Piştî ku Zeynep Dîlara Aslan û Phîlippe Gîlet dizewicin êdî li Stenbol jî derkevin ser dikê. Stranên çandên cuda yên wek makedonî, ermenkî, sirbî, yewnanî, kurdî, erebî, rûmkî, tirkî , fransizî û yên din li repertuara xwe zêde dikin. Aslan ji bilî tirkî û îngilîzî van zimanên din her çiqas ku nizanî be jî, bi awayekî profesyonelî bi wan distire û piştî stran diqede ji gohdaran re qala çîroka wan stranan dike. Têkildarî pirzimaniya strandinê Zeynep Dîlara Aslanê ev tişt anî ziman: “Pirzimaniya stranên me rastiya çanda vê axa qedîm e. Ji ber vê yekê jî biryardayîna strandinê ya di pir zimanan de, ne tiştekî zor bû. Ji bo min famkirina ziman ne zêde girîng e, dema ku awazeke xweş bê gohê min, ev ji bo min bes e.
"Tişta herî zêde min kêfxweş dike jî li her welat, bajar an jî cihê ku ez lê derkevim ser dike, dema ez bi zimanên wan stranan bêjim ev yek min bextewar dike. Mîna ku gohdar jî kêfxweş dibin. Em bi gohdaran re û bi zimanên wan re dibin yek. Mînak li vir min çîroka ‘Jinên hundayî yên Dersimî” (Dersimin Kayıp Kızları) bihîst, ez dixwazim strana wê jî êdî li repertuara xwe zêde bikim. Ger kesên ku ji vê yekê aciz bibin hebin jî kêfa wan dizane. Ji ber ku em rastiyê bi hunerê parve dikin.”
“Di her zimanekî de stran xweş in”
Bi wergera Aslanê ya ji ingilîzî, Phîllîppe Gîlet jî tev li sohbeta me bû û bi kurtasî be jî qala kurteçîroka xwe ya ku ji mûzîka klasîk berê xwe daye şêweya mûzîka tesavûfî kir: “Di destpêkê de şêweya gyps-cazz (mirov dikare bêje mûzîka manûş-romenan jî) bala min pir kişand. Demekê rêya min kete welatên Balkanan jî û li wir min gelek roman jî nas kirin. Bi hin lêkolînan min ferq kir ku koka vê şêweya mûzîkê digihêje Hindistanê û bi vî awayî meraqa min a li hember şêweya tesavûfê jî destpê kir. Bi vî awayî min dît ku berê rêya min hat heta van deran jî. Di her zimanekî de stran xweş in û bi wate ne. Mîna mozaikê ye.”