Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hewldana Ji bo Heskîfê, ji bo balê bikişîne ser rewşa Heskîfê, bajarê dîrokî û piştgiriyê bidin kampanyaya li hemberî Bendava Avgermê duh li Beyoglûya Stenbolê konsertek saz kir. Konsert bi beşdariya bi dehan stranbêjan pêk hat.
Endamên Hewldanê di nava stranan de derbarê dîrok û girîngiya Heskîfê de hin zanyarî belav kirin ku cih û warekî 12 hezar salî ye.
Konsert li cihê bi navê Collective-Terasê pêk hat û ev stranbêj beşdarî konsertê bûn: Apolas Lermi, Ali Dogan Gunultaş, Cem Erdost İleri, Çigdem Karaman, Çigdem Ulku, Dogan Çelik, Diljen Ronî, Dodan, Erkan Ogur, İsmail Hakki Demircioglu, Fungistanbul, İlker İsabetli, Gerduni, Seyr-i Cem, Luxus, Meltem Taşkıran, Merih Aşkın, Musa Baki, Mubin Dunen, Pinar Aydinlar, Sema Moritz, Talebe, Taylan Yıldız û Siya Siyabend.
Di şevê de hin stranbêj ji bianetê re axivîn û wiha gotin:
Erkan Ogûr: Divê qedr û qiymetê wir bê zanîn
“Li gorî fikra min divê pêşiyê li avê bigirin. Divê Heskîf nekeve bin avê û mirov, nirxên arkeolojîk, çandî û dîrokî yên li wir li wir bimînin. Divê li cîhana xwe di nava xweşikahiyan de bijîn. Divê qedr û qîymetê wir bê zanîn.“
İsmail Hakki Demircioglu: Divê gel zana bibe
“Ez wiha difikirim, divê gel zana bibe. Ew gelê ku van tiştan nizanibe, li gorî nêrîna min wê nikaribe van tiştan biparêze. Ez ji Rîzeyê me, hemû çem û robar kirine Santralên Hîdroelektrîk (SHE). Li wir jî heman tişt qewimîn, gel zêde li dij derneket, ji ber wê kurê wan, zarokên wan tê de bixebitin. Heskîf jî wisa ye. Tirkiye nirxên xwe winda dike. Ez hêvî dikin gel vê fam bike.”
Diljin Ronî: Tinekirina Heskîfê qirkirina dîrokê ye
“Ez li herêmê dijîm, gundê min hatiye bombekirin, ez şahidê wan tiştan im ku qadên xwezayî li herêmê hatine wêrankirin. Dixwazin dîrokekê ji holê rakin, ji ber hin endîşeyên ewlehiyê. Ji bo hin bendav û projeyeke 50 salî, hema hema dixwazin dîrokeke 3 hezar salî ji holê rakin. Tinekirina Heskîfê wê ji bo me weke qirkirina dîrokê be. Em li dijî vê ne.”
Pinar Aydinlar: Heskîf berhemeke polîtîkayên asîmilekirin û tinekirinê ye
“Di serî de divê bibêjim ku Heskîf yek cihên girîng ê dîroka kurdan e. Divê Heskîf ne tenê weke talankirina xwezayê were dîtin, her weha divê weke êrîşeke gelekî mezin a li ser dîroka gelê kurd bê dîtin. Heskîf berhemeke polîtîkayên asîmîlekirin û tinekirinê ye.”
Apolas Lermî: Hestiyê dîroka mirovahiyê ye
“Beriya niha xebatên gelekî mezin hatin kirin. Cihekî dîrokî yê gelekî girîng e. Em bibêjin weke lestiyê dîroka mirovahiyê ye. Berhemeke dîrokî ya ku tê xwestin bê wendakirin. Divê ev xebat bêhtir bên berfirehkirin.” (HC/FD)
Fotograf: Ferid Demirel - Hicran Cengiz / bianet