Ji bo nûçeya tirkî bitikine
Stranbêj Gulşen piştî gotinên xwe yên derbarê Lîseyên Perwerdeya Mela û Xetîban de ji aliyê derdorên desthilatê ve weke hedef hatibû nişandan. Gulşen hatiye desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Gulşenê de bi tohmeta ku li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) "kîndarî di nava gel de belav kiriye û dijminatî di nava wan de çêkiriye" lêpirsîn dabû destpêkirin. Gulşen li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê îfadeyê dide.
Çi bûbû?
Serdozgeriyê bi tohmeta ku Gulşenê li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) "kîndarî di nava gel de belav kiriye û dijminatî di nava wan de çêkiriye" û sûc kiriye. Divê polîs îro (25ê Tebaxê) Gulşenê bibin dozgeriyê.
Li gorî nûçeya Oda Tvyê, ji ber gotinên Gulşenê yên derbarê Lîseyên Perwerdeya Mela û Xetîban de lêpirsîna wê tê kirin.
Gulşenê di 30ê Nîsanê de, di dema konsereke xwe de, li ser dikê gotiye, "Berê wî di (lîseya perwerdeya) mela û xetîban xwendiye, ji ber wê ye jirêketîbûna wî." Piştî ev gotinên Gulşenê li ser medyaya civakî hatin weşandin, gelek kesan bertek nîşan da û bi hashtaga "#GülşenTutuklansın" (Bila Gulşen bê girtin) û "#HaddiniBilGulşen" (Hedê xwe bizanibe Gulşen) gelek tweet hatin weşandin. Her weha gef lê hate xwarin.(EMK/AY)