Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li xwenîşandanên Hong Kongê piştî ku beşdaran strana "Do You Hear the People Sing?(Gelo tu strana xelkê dibihîsî?)" gotiye ew stran ji platformên mûzîkê yên Çînê hatiye rakirin.
1832yê serhildana Parisê bi strana Do You Hear the People Singê dest pê kiribû. Heman stran di fîlma “Hejar” de jî hatibû bikarhînan.
30 hezar beşdarên meşê kiriyarên dewletê protesto kirine.
Li Hong Kongê bi hezaran kes ji ber yasaya şandina sûcdar û bersûcan hatiye guhertin dest bi çalakiyên protestoyî kiribûn. Li gor yasaya nû bi awayekê hêsanî sûcdar û bersûc dê bikare ji bo rêvebiriya Tayvan û Çînê bêne şandin.
Bixwîne - Li Hong Kongê xwenîşander çûne balafirgehekê û seferên balafiran sekinandine
Bi hezaran kesan ev yasa protesto kiribû û hikûmetê 15ê Hezîranê yasa sekinandibû lê betal nekiribû. Xwenîşander dixwazin yasa bê betalkirin.
Li gor nûçeyên li medyaya Çînê hatîn weşandin polîsan 26ê Tebaxê ji nêzîk ve demanceya xwe li xwenîşanderan rast kiriye. Ji destpêka xwenîşandanan heta niho cara yekem e ku polîsan çek li xwenîşanderan rast kiriye.
(PT/MB)