Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Nuri Aslan wiha got: “Mixabin zarokê me yê 14 salî ku li Balata Fatihê li ber elektrîka di nav avê de ketibû û welatiyê me yê 34 salî ku li Şeqama Dereboyuya Sariyerê li ber avê ketibû, can dan.”

Stenbol di bin lehiyan de ma: 1.277 cih di bin avê de man, kesek mir û 15 hezaz pêk hatin
Aslan di axavtina xwe de wiha got:
“Stenbola me bi yek ji baranên herî dijwar ên salên dawî re rûbirû ma. Li gorî daneyên me yên AKOMê li hin herêmên me ji bo her metreçargoşeyî di navbera 130 û 273,1 kîlogramî de baran barî. Li Beykozê ji bo metreçargoşeyekî 273,1; li Sarıyerê 208,1; li Eyupsultanê jî 202,8 kîlogram baran bariye. Di navçeyên me yên din de rêjeya baranê di navbera 35 û 120 kîlogramî de pêk hat. Di dirêjahiya şevê de li hin derdorên aliyê Anadoluyê nêzî 45 kîlogram baran ji bo her metreçargoşeyî barî.”
“Em bi 8 hezar û 392 hevalên xwe yên karî, bi 2 hezar û 246 wesayît û makîneyên xwe yên kar re tevahiya şevê xebitîn. Vê sibehê jî em xebatên xwe bê navber didomînin. Yekîneyên me yên Agirkujî, ÎSKİ, Lênihêrîna Rêyan, İSTAÇ, Yekîneyên Zabitayan; Park û Baxçe, İETT, Metro û hemû yekîneyên Stenbolê di nava koordînasyonê de xebatên xwe dikin. Em bi Walitiya xwe ya Stenbolê û hemû saziyên dewletê re di nava têkiliyan de ne. Di xebatên valakirina avê de me bi sedan motopomp û pompeyên bin avê bi kar anîn. Tîmên me ji bo mudaxaleyê li îxbarên hatine kirin di dirêjahiya şevê de li qadê karê xwe dikirin.”
Wesayîtên cemaweriyê dê 24 saetan bixebite
“Di pêvajoya ji dema destpêkirina baranê ve heta vê sibehê de, me heta niha 8 hezar û 515 îxbar wergirtin. Pêşîniya me bê guman her dem jiyana mirovan bû. Tîmên me li seranserê Stenbolê 595 welatiyên me yên ku asê mabûn, rizgar kirin. Bi taybetî li herêmên Gokturk, Kemerburgaz û Ayazagayê ji ber bilindbûna asta çeman me xwe gîhand welatiyên xwe yên ku di cihên kar, dibistan, xaniyan û tesîsên cuda de asê mabûn. Me ew welatiyên xwe yên ku ji herêmên xeternak derxistin, li tesîsên xwe kirin mêvan.
Ji bo ku wesayîtên cemaweriyê bê pirsgirêk kar bikin me tedbîrên pêwîst girtin. Pirsgirêkên di seferên İETTyê de hatin çareserkirin. Pirsgirêkên di xetên metroyê de hatin çareserkirin û niha xetên metroyê bê pirsgirêk kar dikin. Tenê xetên me yên teleferîkê niha ji ber şert û mercên hewayê girtî tên ragirtin. Dîsa ji bo hêsankirina çûnûhatina welatiyên xwe me seferên xwe yên metroyê heta saet 02.00ê şevê domandin. Seferên me yên metrobûsê jî heta sibehê 24 saetan bê navber dewam dikin.”
(FY/AY)
