Walîtiya Stenbolê aşkere kir ku baranek zêde di 14ê Cotmehê de ji saet 06:00an heta 20:00an bênavber barî. Di encamê de 1.277 cih di bin avê de man, li bajêr 15 hezaz çêbûn, 47 bûyerên asê mayînê pêk hatin, 13 dar wergeriyan û du banên avahiyan firiyan. Her wiha ji bo 808 malan, 280 cihên kar û 76 wesayîtan îxbar hatine wergirtin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de cih da van agahiyan:
“Tevahiya saziyan, bi taybetî AFAD, ÎBB û Şaredariyên Navçeyan, bi 8 hezar personelî, 2 hezar wesayît û makîneyên kar li qadê ne û midaxele dikin”
Hat ragihandin ku li tevahiya bajêr 2 hezar û 518 îxbar hatine stendin û ji tîmên mudaxaleyê yên pêwendîdar re hatine veguhestin.
Li Beykozê ji bo her metreçargoşeyê 194 kîlogram baran bariye
Rêjeya baranê li gorî navçeyên Stenbolê cihêrengî nîşan da.
Li gorî daneyên Walîtiyê; li Beykoz-Omerliyê ji bo metreçargoşeyê 193,84 kîlogram, li Arnavutkoyê 125,9, li îstasyona Sariyer-İTU Maslakê 124,72 û li Çatalcayê 75,2 kîlogram baran bariye.
Her weha li Kartalê 14,3 û li Bakırkoyê tenê 6,8 kîlogram baran hat pîvan. Baran bi taybetî li hin navçeyên bakur û rojavayê Stenbolê zêde barî.
Rê û dirb di bin avê de man
Barana zêde bi taybetî li Esenyurt, Başakşehir, Sultangazi û Bayrampaşayê bû sedema rabûna avê ya zêde.
Li Herêma Sanayiyê ya Haramidere ya Esenyurtê cihên kar di bin avê de man. Li İkitelliya Başakşehirê wesayît di rêyên bin avê de mane asê man.
Li Fatihê zarokê 14 salî li ber elektrîkê ket
Agahiya yekem a mirinê ya karesata lehiyê di saetên êvarê de hat. Li Parka Çukurbostanê ya li Taxa Balata Fatihê, M.I. ê 14 salî dema ku pê li ava avê dike, li ber elektrîkê dikeve. Zarok bi awayê ku li ser hişê xwe nebûye birin nexweşxaneyê û tevlî hemû mudaxaleyan ji mirinê nefilitî. Walîtiya Stenbolê ragihand ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Jina ku li ber lehiyê ket, hat rizgarkirin
Li Taxa Hurriyetê ya Dereyoluya Esenyurtê, jina ku li ber lehiyê ket, bi alîkariya welatiyan hat rizgarkirin.
Li Ayazağaya Sariyerê jî derdora saet 19.00an otobuseke ÎETTyê jî li ber lehiyê ket. Rêwiyên ku asê man, derketin ser otobusê û li bendê alîkariyê man.
Roja Pênşemê dibistanan navber dan perwerdeyê
Walîtiya Stenbolê ragihand ku di 15ê Cotmehê Roja Pênşemê de hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet ên li tevahiya bajêr ji perwerdeya rûbirû re rojek girtiye.
Walîtiyê her wiha aşkera kir ku personelên ducanî û astengdar ên li saziyên dewletê dixebitin, gazî û jinên ku zarokên wan ên ji heşt salî piçûktir hene bi destûr in.
Derketina motosîklet û wesayîtên du-tekerî ji bo trafîkê ji 14ê Cotmehê saet 21.00an pê ve heta fermaneke din hat qedexekirin.
Di dîroka lehiyê ya Stenbolê de karesateke nû
14ê Cotmehê de li Beykoz-Omerliyê ji bo her metreçargoşeyê 193,84 kîlogram baran barî. Navînîya meha Cotmehê ya Stenbolê 66,3 kîlogram e. Barana 14ê Cotmehê nêzî sê qatê vê ye. Ev rekora herî bilind a bajar e.
Stenbol berê jî rûbirûyê karesatên bi vî rengî bûbû. Di lehiya meha Îlona 2009an de li Çemê Ayamamayê û derdora wê 31 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
Di Tîrmeha 2017an de li Silivriyê di nava 2 saetan de 118 kîlogram baran hatibû pîvan. Di Îlona 2023an de li Arnavutkoy û Başakşehirê di barana ku gihiştibû 125 kîlogramî de 2 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
(AEK/AY)
