Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Newroza ku îsal slogana wê “Dem dema serkeftinê ye”, li Stenbolê jî li Qada Yenîkapiyê hate pîrozkirin.
Digel sermayeke zêde, nêzîkî nîv milyon mirov ji saetên sibehê de bi flamayên li ser wan "Newroz Pîroz Be" nivîsîbû û bi alên HDPyê ketin qada Newrozê.
Welatî ji bo bikevin qadê, neçar man ku ji sê xalên polîsan ên kontrolê biborin. Li ser qada Newrozê jî helîkopter û dronên polîsan difiriyan.
Li qadê gelek caran sloganên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" berz bûn.
Jin, mêr û zarokan cil û bergên netewî li xwe kiribûn û bê navber govend gerandin.
Bernameya Newrozê bi stranên stranbêjên kolanan û hunermend Huriyeyê dest pê kir.
Paşê Hevserokên Şaxê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu û Îlknûr Bîrolê bi kurdî û tirkî girse silav kir û Newroz pîroz kir.
Piştî axavtina Encu û Bîrolê Dayikên Aştiyê agirî Newrozê pê xistin û metna ku ji bo Newrozê hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hate xwendin.
Silav ji giyanê Denîz Poyrazê re şandin
Di daxuyaniya Newrozê de behsa Denîz Poyraza HDPyî ya di 17ê Hezîrana 2021ê de li Îzmîrê hatibû kuştin kirin û silav ji giyanê wê û têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşarî re şandin.
"Silav li bira û xwişkên çîna Kawayê Hesinkar, silav li çîna karkeran a li dijî kedxwariya kapîtalîst li bir xwe dide. Silav wan jinan be ku bi berxwedana biinyad li dijî desthilatdara mêran derdikevin û nahêlin tarî li her derê bikeve ser welatê me. Silav li wan rêhevalên me yên herî xweşik ku ji bo jiyana em hêviya wê dikin canê xwe dikin bedel, me ew di dilê xwe de veşartiye û di têkoşîna me de dijîn."
Piştî daxuyaniyê bername bi stranên Xêro Abbas, Koma Sorjiyan û Grup Vardiyayê dewam kir.
Newroza Stenbolê #Newroz #NewrozPirozBe #Newroz2022
— Ferid Demirel (@FeridDemirel13) March 20, 2022
????Yenikapı pic.twitter.com/tPPuBqgROl
(FD/RT)