Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê berê yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeierî, di Lijneya Hilbijartinên Federal de piraniya dengan standin bû serokkomarê 12. ê Almanyayê.
Steinmeier li ser navê Partiyên Yekîtîya Filehan(CDU/CSU) û Partiya Sosyal-Demokrat bûbû berbijar.
Li gor nûçeya Deutshe Welleya Tirkî li avahiya Hilbijartina Federalî ya Berlînê 1260 kesên endamên Lijneya Hilbijartinên Federal kom bûne û deng dane.
Steinmeierî ji 1239 dengên li gor pîvanan hatîn dayin 931 deng standin. Bi vî awayî wî ji sedî 74ê hemî dengan standin.
Serokkomarê Almanyayê Joachim Gauckî diyar kiribû ku ji ber ew pîr bûye ew ê nekeve di hilbijartinan de.
Steinmeier: Ez bi keyfxweşî encaman qebûl dikim
Steinmeieri eşkere kir ku ew bi keyfxweşî encamên hilbijartinê qebûl dike. Wî got zehmet e ku ew ji wezîrîya karên derve vegere postê serokkomariyê. Ji ber ku ew ê ji polîtîkaya derveyî welêt vegere polîtîkaya navxweyî.
Wêne: Cuneyt Karadag / Berlîn / AA