Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Xebatên Meyldariya Zayendî û Nasnameya Zayendî ya Polîtîkayên Civakî (SPoD), li dijî gotina “Tirkiye ji bo vê ne amade ye” kampanyayek daye destpêkirin.
Bi salan e di qonaxên temsîlkirin û beşdariya siyasî de bi van gotinan pêşiyê li LGBTI+yan dibirin.
SPoDê kampanya duh ragihandiye û wiha gotiye: “Êdî dem hatiye ku ev vê nêrînê biguherînin û ev dem derbas jî dibe. Lewre civak em in. Li kargehê em hevkarên we ne, li malê em xizmên we ne, li dibistanê em hevalên we yên maseyê ne, li kolanê em biyaniyek in, li taxa we em esnafek in. Em ew kes in ku bi şev bi hev re kêfê dikin, bi hev re li televizyonê temaşe dikin. Ger em amade bin, Tirkiye jî amade ye.”
SPoDê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
"Weke her gavê îro jî em amade ne ku daxwazên xwe, nasnameyên xwe, hebûnên xwe biaxivin. Em dizanin ku kêmanî bi qasî me civaka Tirkiye jî amade ye behsa daxwazên me, nasnameyên me, hebûnên me bike û gavên pêwîst biavêje.
"Li dijî kesên ku me neçarî newelehiyê, xizaniyê, tundkariyê, cidakariyê dikin, em ê bi hêza aştî û demokrasiyê ji bo destûreke bingehîn a siyaseteke paqij û LGBTI+yan jî dihewîne bi berdewamî dengê xwe berz bikin.
"Ji polîtîkayên tohmetkirinê yên desthilata siyasî li me dike jî ji piştgiriyên hin partiyên siyasî û siyasetmedaran ên ‘şermok’ an jî veşartî jî em bihêztir in û rastir in. Weke bi dehan sal in em di nava her beşên gelên Tirkiyeyê de îro jî hene û em ê her hebin. Civak ji bilî me ne keseke/î din e. Tirkiye ji bo LGBTI+yan amade ye. Tirkiye ji vê re amade ye!" (EMK/FD)