Fotograf: bianet - Antakya
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şîrketa Lêkolînê Spectrum House, encamên lêkolîna xwe ya qadê aşkere kirine. Lêkolîn bi sernavê “Bandorên Erdhejê û Meylên Siyasî” di navbera 10 û 15ê Adarê de pêk hatiye. Ji bo lêkolînê li Stenbol, Amed, Enqere, Bûrsa, Îzmîr, Antalya, Samsûn, Kayserî, Erzûrûm û Trabzonê bi hezar û 446 kesan re hevdîtin pêk hatine. Ji sedî 24.4ê van kesan mexdûrên erdhejê bûne.
Di lêkolînê de destpêkê pirsa “Baweriya we bi hejmara hatiye aşkerekirin a mirî û birîndarên erdhejê tê yan na?” hatiye kirin.
Ji 66.7ê beşdaran gotiye “Na, baweriya min pê nayê”, ji sedî 24,9an jî gotiye “erê, baweriya min pê tê”, ji sedî 6an gotiye “ez bêbiryar im”, ji sedî 1,9an gotiye “raya min di vê mijarê de nîne” û ji sedî 0,5an jî gotiye “bersiv nîne”.
Li gorî encamên lêkolînê, ji sedî 72,9an ên ku “gotine baweriya min pê nayê” şopînerên medyaya civakî ne”. Ji sedî 28,1ê ên ku gotine “baweriya min pê tê” temaşevanên kanalên televizyonan e.
Di encamên lêkolînê de derketiye holê ku, herî zêde baweriya dengdarên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) bi hejmara mirî û birîndaran nehatiye. Li gorî encamê, ji sedî 100ê vê partiye bawer nakin. Di rêza duyem de dengdarên HDP hene ku rêjeya wan ji sedi 94,8 e û ya sêyem jî yên IYI Partiyê hene ku rêjeya wan jî ji sedî 94,3 ye.
Bi tenê ji sedî 50,8ê dengdarên AKPyê gotiye, baweriya wan bi van hejmaran tê. Ji sedî 9,5an jî gotiye “ew bê biryar” in.
Ji bo pirsa “di karesatê de divê destpêkê kî were alîkariyê”, ji sedî 35,7ê beşdaran gotiye AFAD. Ji sedî 29,2an gotiye “hikumet”, ji sedî 13,4an gotiye “artêş”, ji sedî 5,9an gotiye “şaredarî”, ji sedî 4,9an gotiye “Heyva Sor”, ji sedî 2,1an gotiye “karkerên madenan”, ji sedî 1,2yan gotiye “saziyên civaka sivîl ên serbixwe”, ji sedî 0,6an gotiye “tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên biyanî” û ji sedî 5,6an gotiye “hemû”.
Di lêkolînê de derbarê berpirsiyarên wêrankariyê de jî pirsek li beşdaran hatiye kirin. Li gorî encaman, beşdaran para mezin a berpirsiyariyê dane “hikûmet”ê û di reze duyem de “mitehît”, di ya sêyem de jî “şaredarî” hene. (RT/FD)