Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyaman Soylu êrîş û zordarîya polêsan a li ser Dayîkên\Mirovên Şemîyê parastiye. Wî gotiye: “Qey me destûr dabûna teroran ku ‘dayîkbûn’ê îstîsmar bikirana?”
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu di derbarê hefteya 700em a çalakîya Dayîkên\Mirovên Şemîyê a ku li Qada Galatasarayê tê kirin û mudaxeleya ku polêsan li wan kiriye de axivî.
Soylu di Bernameya Vekirina Qursa Serdema 104. a Qeymeqamtîyê de axivî û wiha got: “Xwestin ku çalakîya xwe yî 700em bikin, me destûr neda çimkî me xwest ku ev xapandin û îstîsmar bi dawî bibe. Qey me destûr dabûna teroran ku ‘dayîkbûn’ê îstîsmar bikirana û ji bo terora xwe kiribûna rêç?”
Soylu wiha dewam kir:
“Hewl didin ku rêça meşruîyetê ji rêxistinan re vekin”
“Rasterast berdevkîya rêxistinên terorê dikin, diparêzin, heger nikaribin tiştekî din bikin jî ji bo çalakîyên wan bêdeng dimînin. Dixwazin rûyekî ku hatiye qebûlkirin ji wan re bi dest bixin û hewl didin ku rêça meşruîyetê ji rêxistinan re vekin.
“Rêxistinên terora li Tirkîyeyê her dem di nava îstîsmarekê de bûne. Îstîsmara jinan kirin, îstîsmara zarokan kirin, îstîsmara mezheban kirin, îstîsmara etnîsîteyê kirin.
“Ev rêxistin îro jî bi rêya van kesên berbiçav li pey îstîsmareke din in: Îstîsmara dayîkan. A dixwaze bê kirin eşkere û zelal e. Dixwazin ku mexdûrîyetekî li ser ‘dayîkbûnê’ zêde bikin û wê maskeya mexdûrîyetê bi rêya dayîkan li terorê jî bikin.”
“Desteserkirin tinin, înfaza terorî ye”
“Li pêşîya lîseya Galatasarayê kom dibin. Bila, lê rastîya vî karî çi ye? Çalakîyeke ku dixwaze sûncê înfaza ku ji alîyê rêxistina TKP\ML a zêde çepgir ve hatiye kirin bixe stûyê dewletê ye ku di sala 1995an de bi raporên fermî û îtîrafên ji nava rêxistinê bi xwe hatine ve hatiye îspatkirin.
“Ne wenda ne, nehatine desteserkirin, rêxistinê înfaz kirine û avêtine goşeyekî. Li ser van bûyeran çîrokeke mexdurîyetê hate afirandin û bi salaye li ser pişta dayîkbûnê îstîsmarê dikin.”
“Wextê em berpirsiyarên herêmê ji desthilatê dixin em rastî vê bertekê tên”
“Îro jî hênceta wan rêxistina terorê û berpirsiyarên herêmê ne.
“Bala xwe bidinê, van rojên dawî jî çi qas em terorîstên ku navê wan di lîsteyên rengîn de ne digrin\desteser dikin em rastî vê bertekê tên. Ev ne tesaduf e. Û ne mimkin e ku em vê yekê bipejirînin.
“Qey gava ji xwe re li Emînonu digerîyan wenda bûn?”
“Hasan Ocak tenê yek ji sedemên destpêkirina çalakîyên Qada Galatasarayê ye, tê servîs kirin.
“Bibexşînin, ev kes, Qey gava ji xwe re li Emînonu digerîyan wenda bûn? Çima her tiştî eşkere nakin?
“Qey Hasan Ocak ne endamê rêxistina terorê TKP\MLyê bû? Ne ji alîyê rêxistinê ve hate kuştin?
“Qey li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo vê doz nehate vekirin? Di vê dozê de endamekî din yê rêxistinê eşkere nekir ku ev înfazeke navxweyî a rêxistinê ye?
“Muxatab hûrgilîyên vê meseleya ez dibêjim gelekî baş dizanin.”
(EKN/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji tirkî wergerandiye kurdî.