Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bi tohmeta ku “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kirine” giliyê herdu bira Hadî û Suleyman Ozişik kiriye. Hatibû îddiakirin ku Hadî Ozişik û Suleyman Ozişik di navbera Soylû û Sedat Peker de navbeynkarî kirine.
Ûgûr Kizilca, parêzerê Suleyman Soylû daxwazname daye Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê û tê de xwestiye ku bila di sûcê “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kirine” de derbarê Hadî û Suleyman Ozişik de lêpirsîn were vekirin.
Di daxwaznameyê de îdiayên ku di navbera Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî û Sedat Peker de navbeynkarî hatiye kirin, derewandiye û amaje bi videoya Hadî Ozişik û Peker kiriye û weha gotiye:
“Di naveroka vîdeoyê de pir zelal e ku muwekilê min derbarê bûyerên ku di dema hevpeyvînê de qewimîne tu agahiya wî jê tune ye. Li aliyê din, ev hevdîtin bi rastî jî tengezariya gumanbaran û dek û dolabên wan ên li hemberî muwekilê min bi awayekî zelal radixe pêş çavan."
(TP/AY)