Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyî gotiye "Bira qet xem nexwin, DAIŞiyên di destê xwe da, dixwazin bira ji hemwelatiyê derxin an jî dernexin, em ê bişînin welatên wan."
Li ser pirsa derheqê desteserkirina du jinên endamên rêxistina terorê, DAIŞê yên Holandî da Soylu diyar kir ku niha di girtîgehan da qedera hezar û 200 DAIŞî hene.
Soylu bal kişand ku bi taybetî piştî Herekata Kaniya Aştiyê beşek jê jin û zarok 287 DEAŞî di destê wan da hene û wiha dewam kir:
"Yên di girtîgehan da hemû şervanên biyanî yên terorîst in. Di heman demê da li navendên me yên vegerandinê da şervanên biyanî yên terorîst hene. Em li ser van hemûyan hinek xebatan dimeşînin. Ev kes bi rêyên ku em carinan behs dikin derbasî Tirkiyeyê bûn û hatin girtin. Li vê derê hemû ekîbên me yên ewlekariyê hişyar in. Ev kes dema tên destgîrkirin, bo meqamên edlî tên veguhestin. Piştî veguhestinê yan dikevin girtîgehê an jî diçin navendên vegerandinê. Em jî van kesan dem demî îadeyî welatên wan dikin.
Îja helbet em ê yên di destê xwe da bişînin welatên wan. Lêbelê dinyayê rêbazeke nû kifş kir. Dibêjin, 'Ev van ji hemwelatiyê derxin. Bira ev li ciyê ku lê ne werin darizandin'. Ez dibêjim qey ev jî hiqûqeke nû ya navneteweyî ye. Qebûlkirina vê îctihadê ne mumkin e. Bira qet xem nexwin, DAIŞiyên di destê xwe da, dixwazin bira ji hemwelatiyê derxin an jî dernexin, em ê bişînin welatên wan."
(MB)
Çavkanîya nûçe û wêneyî: AA