Fotograf: MA - Tayfûn Mater
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hêzên ked û demokrasiyê yên li Enqereyê ji bo rêberê Partiya Rizgariya Gelî ya Tirkiyeyê - Enî (THKP-C) Mahîr Çayan û hevalên wî bibîr bînin, li Goristana Qarşiyakayê kom bûne.
Çayan û hevalên wî 50 sal berê hatibûn qetilkirin.
Beşdaran fotograf û kaxizên li ser wan nivîs hene bilind kirine û bi pankartekê heta ber bi gora Çayanî ve meşiyane ku li ser pankartê nivîsên "Di 50 saliyê de em di rêya Wan de tên mêna pêlan" û "Dîroka piştgiriya şoreşgerî û berxwedana bi hev re a li dijî faşîzmê rûmeta me ye" hatine nivîsîn. Li vir qurnefîl danîne ser gorê.
Kesên beşdarî bernameyê bûne ev inKomeleya Nifşa 68an, Federasyona Nifşa 78ên Şoreşger, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Halkevlerî, Komeleya Çandê ya Dostlûk (DKD), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Kaldiraç, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Kolektîfên Xwendekaran, Nifşa 68an, Siberoja Çepgiran a Kesk (YSG), Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Înîsiyatîfa Xwendekaran, Nifşa 78ên Şoreşger li Samsûnê, Parlamenterên HDPyê Fîlîz Kerestecîoglû û Omer Ocalan. |
Mater: Şoreşgeran ew qet ji bîr nekirin
Yek ji şoreşgerên nifşa 68an Tayfûn Mater di bernameya bîranînê de axiviye û gotiye:
“Pêşketina Tevgera Şoreşgeran a Tirkiyeyê, derketina bi sedhezaran bi saya wan 10 hevalên me yên li wir bû. Bi saya berxwedana wan a egîdane pêk hat. Ew ji bo Marksîzm, sosyalîzm û Lenînîzmê mirin.
"Ev di rastiyê de û bi maneya xwe ya esasî li Tirkiyeyê bidawîbûna serdemekê bû û destpêka serdemekê bû ku şoreşgeran xwe bi her awayî vegotin û di nava gel de hebûn. Ew hevalên me yên rêber bûn. Ji ber me ew winda kirin, em êşê dikişînin. Gelên Tirkiyeyê ew ji bîr nekirin. We û şoreşgerên li her deverên Tirkiyeyê ew qet ji bîr nekirin. Mahîr, Huseyîn, Ûlaş weke slogana bi sedhezaran de dewam dikin.”
Paşê Serokê Giştî yê Federasyona Nifşa 78ên Şoreşger helbestvan Ahmet Tellî û li ser navê xwendekaran Yeşîm Bîryan axivîne.
Her weha li Rîzeyê yek ji rêberên Artêşa Rizgariya Gelî ya Tirkiyeyê (THKO) Cîhan Alptekîn li gundê Oceyê yê Ardeşena Rîzeyê li ser gora xwe hatiye bîranîn. Alptekîn di 30ê Adara 1972yan de li navçeya Kizildere ya Tokatê tevlî Mahîr Çayan û 10 şoreşgeran hatibû kuştin.
Malbata Alptekînî merasîma bîranînê li dar xistiye û endamên Halkevlerî, Partiya Çep, Partiya Sosyalîst a Bindestan, Weqfa Nifşa 18an, Ciwanên Şoreşger, Partiya Gel a Komarî û Partiya Kedê beşdar bûne.
Li Edeneyê, Mersîn, Antalya û Stenbolê jî çendîn bernameyên bîranînê pêk hatine. (EMK/FD)
*Çavkanî: MA û medyaya civakî