Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandiye ku li Somaliyê di navbera Kanûna Paşiyê û Tîrmehê de nêzî 730 zarok li navendên xwarinê mirine.
Navendên xwedîkirinê xizmetê ji zarokên ku bi kêmxwariniya giran a akût û her weha nexweşiyên wek sorik, kolera û ta pê re hene dike.
Wefaa Seîd, Nûnera Somalî ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) destnîşan kiriye ku dema kesên ku nehatine raporkirin lê werin zêdekirin, dibe ku ev hejmar pir zêde bibe. Seîdê gotiye ku dema pirsgirêkên birçîbûn û xwarinê dest pê kirin, nexweşî bi lez zêde bûne.
Diyar kiriye ku hema nîvê zarokên di bin pênc saliyê de (nêzîkî 1.5 mîlyon zarok) di bin xeteraya kêmxwarinê ya tûnd de ne. Seîd destnîşan kiriye ku 385,000 ji wan dê hewceyê dermankirinê ji bo kêmxwariniya tûnd a giran bin.
Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), ji sedî 80ê Somaliyê di dijî hişkesaliya dijwar têdikoşin.
Hikûmeta Somalîyê di 23ê Çiriya Paşiya 2021an de ji ber zêdebûna hişkesaliyê li seranserê welêt "rewşa awarte" ragihandiye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo krîza mirovî ya li Somaliyê banga alîkariya lezgîn ji civaka navneteweyî kiribû.(AO/AY)