Solîstê Grup Ekinê Metin Turanê ku 25 sal bûn di girtîgehê de bû hat berdan
Solîstê Grup Ekinê û nivîskar Metin Turan, di Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê de girtî bû.
Parêzer İsmail Topkaya ragihand ku solîstê Grup Ekinê û nivîskar Metin Turanê ku 25 sal bûn girtî bû, hat berdan.
Berdana Turan, Parêzer İsmail Topkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.
Bijîşkiya Dadî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabû
Topkaya di parvekirina xwe de got, "Mizgînî… Miwekîlê min Metin Turanê ku bi deng û gotinên xwe şoreşger e hat berdan."
Ji bo Turanê ku 25 salan di girtîgehê de ma, Saziya Bijîşkiya Dadî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabû û lêbelê serlêdana ku bi vê raporê li Serdozgeriya Bafrayê hatibû kirin nehatibû qebûlkirin.
Metin Turan derçûyê Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn(ODTU) e û solîstiya Grup Ekin û Grup Yorumê kiriye. Di salên 1990î de ji ber sedemên siyasî ket girtîgehê. Li girtîgehê gelek pirtûk nivîsî û xelat stendin.
(FY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.