Li gorî nûçeya Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, balafireke bêmirov a biçek(SÎHA) ya Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) malek li gundê El-Musterîhaya Eyn Îsaya serbi bajarê Reqaya Sûriyê kir armanc. Di encama êrîşê de 6 jê zarok bi giştî 12 sivîl mirin.
Di vîdeoya ku tê gotin piştî êrîşê hatiye kişandin û li ser medyaya civakî hat parvekirin de, şêniyên herêmê yek bi yek endamên malbata kuştî nîşan didin. Kesê ku vîdeo kişandiye di vîdeoyê de weha dibêje, “Ev zarokek biçûk e, ne şervan e. Ev jî zarokek din e. Ev jî Mustafa Muhammed Îbrahîm e. Bavê zarokan. Şev di saet 11an de bi balafirên şer lê xistin. Ev jî keçên Mustafa Muhammed in."
Bajarokê Eyn Îsayê bi qasî 35 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.
Li Eyn Îsayê êrişên Tirkiyeyê hat protestokirin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku li Hesekê, şêniyên bajarê Eyn Îsayê kom bûn û êrîş şermezar kirin.
Navê sivîlên mirine wiha ne: Îbrahîm El Îdo, Ruqeya Mihemed, Kewser El Îdo, Loma El Îdo, Ebdulqadir El Îdo, Mihemed Mistefa El Îdo, Tirkiye El Îdo, Fewziya El Îdo, Neda Mistefa El Îdo, Fitêm Hebeş El Îdo, Îsmaîl Mehmûd El Îdo, Zemenzem Mistefa El Îdo.
Di 191 êrîşan de 55 kes mirin
Li gorî daneyên SOHRê ji destpêka sala 2024an û vir ve hejmara êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li dijî herêmên ‘Rêveberiya Xweser’ ên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne gihişt 191an. Di encama van êrîşan de bi giştî 55 kes mirin, zêdeyî 49 leşker û 73 sivîl jî birîndar bûn. Dabeşkirina kesên mirine wiha ye:
· 32 personelên leşkerî yên li herêmên 'Rêveberiya Xweser'
· 3 leşkerên artêşa Sûriyê,
· 6 jê zarok, 1 jê jin bi giştî 20 sivîl.
Di êrîşên asmanî de:
· Hesekê: Di 140 êrîşan de 3 leşkerên Sûriyeyê, 24 leşker û 6 sivîl (1 jin) mirin.
· Reqa: Di 7 êrîşan de 4 leşker û 11 sivîl mirin.
· Bejahiya Helebê: Di 45 êrîşan de 4 leşker û 3 sivîl mirin.
(VC/AY)