Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku Tirkiye, bi hinceta ku nasnameyên wan ên fermî nînin her roj gelek sûriyeyan bi darê zorê dişîne Sûriyeyê. Li gorî rapora SOHRê gelek ji van bi “nasnameya parastina demkî” li Tirkiyeyê dimînin.
SOHRê ev daxuyanî di demeke wisa de weşand ku Tirkiye dibêje ew bi deh hezaran penaberan li ser daxwaza wan dişine Sûriyeyê.
SOHRê diyar kir ku Tirkiye sûriyeyiyan dişînin kampên şert û mercên wan ên jiyanî xirab, çoltarên bakurê Helebê yên di bin deste komên tirk piştgiriya wan dikin. Hinekan jî di ser deriye sînorî yê Bab el-Hewayê re dişînin bajarê Idlibê û çoltarên wê yên di bin kontrola Heyet Tahrîr El-Şamê de ne.
SOHRê destnîşan kir ku bi vî rengî malbat parçe dibin û hinek ji wan li Tirkiyeyê hinek jî li Sûriyeyê dimînin.
“Îşkenceyê li wan dikin”
Çavkaniyên SOHRê diyar kirin ku cendermeyên tirkan îşkence li 15 sûriyeyiyên li bajarê Mêrdînê hatine desteserkirin, kirine. Rayedarên Tirkiyeyê îdia kiriye ku penaber “endamên HSDyê ne” û paşê ew radestî polîsên leşkerî yên li bajarê Serêkaniyê kirin. Serêkaniyê hîna di destê komên cîhadîst ên nêzîkî Tirkiyeyê de ye.
Li gorî rapora SOHRê polîsên leşkerî îşkence li van kesan kir û ji bo serbestbûna wan, serê yekî hezar û 500 dolar pere ji malbatên wa xwestin.
Kesên serbestbûn, ji çalakvanên SOHRê re diyar kirin ku girtîgeha polîsên leşkerî gelekî xirab e û gelek girtî tê de hene ku hinek ji wan bi 10 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.
Heman kesan diyar kir ku li vê girtîgehê bi hovane li girtiyan didin, ceyranê didine wan û bi kûçikên polîsan ên perwerdekirî zilm û zordariya psikolojîk li girtiyan dikin. Her weha gelek girtiyên ku endamên koma “Sûltan Mûrad” jêpirsîna wan dikin, bi pereyên gelekî zede dikarin serbest bibin. (AEK/FD)