Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Navenda Çavdêriya li Mafên Mirovan a Sûriyeyê, da zanîn ku leşkerên Tirkiyeyê li wan kesê dixwestin ji sînorî biborin reşandine, 8 penaber kuştine ku 4 ji wan zarok in. Wezareta Karên Derve bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ev agahî ne rast in.
Komîsyona Navneteweyê ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê ji navendên xwe yên li Stenbolê dan zanîn ku di bûyerê de 11 kes mirine.
SOHRê dîyar kiriye ku ew kesên hatîn kuştin xelkê sivîl bûn ku ji şerê li Minbîcê reviyayî bûn.
Li gor rapora Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) di mehên Adar û Nîsanê de, leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê 5 penaber kuştine û 14 penaber jî birîndar kirine.
Malbateka kurd a ji Sûriyeyê, li 14ê Gulana 2014ê ji sînorî borîbû û li Navçeya Qosarê ya Mêrdînê xwestibû xwe bispêre Tirkiyeyê, leşkeran li wan reşandibû. Zarokê wan ê 14 salî, A.O bi fîşekeka li serê wî ketî hatibû kuştin.
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve
Berdevkê Wezareta Karên Derve, Tanju Bilgiyî li ser bûyerê got: ‘’ Ew nûçeyên ku dîyar dikin hêzên me yên ewlehiyê bi qest li sivîlên ji Sûriyeyê reşandine û bûne sebebên mirina wan kesan, ne rast in.’’
TSK: Li ser sînorî 1159 kes hatine girtin
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê(TSK) bi daxuyaniyeka nivîskî da zanîn ku ‘’ 1159 kesên hewil didan bi ser sînorî re ji Sûriyeyê bên Tirkiyeyê û 17 kesên hewil didan ji Tirkiyeyê biçin Sûriyeyê hatine girtin. ‘’
(AS/MB)