Operasyona ku Heyet-i Tehrîr El Şam (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li dijî artêşa Sûriyeyê li bejahiya rojavayê Helebê daye destpêkirin dewam dike.
Malbenda Çavdêrîyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Îngilistanê ye, ragihand ku di şer û pevçûnên navbera artêşa Sûriyê û komên cîhadîst yên ser bi HTŞê de 231 kes mirine.
Hat îdiakirin ku ji roja Çarşemê û vir ve hêzên hewayî yên Rûsyayê û Sûriyeyê li 57 cihan êrîşên hewayî pêk anîne. Hat ragihandin ku ji SMOyê 20 kes mirin e.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê HTŞê li rojavayê Helebê 32 gund û cih bi dest xistine, li bajarê Heleb û Idlibê bi giştî 24 gund û cih xistine bin kontrol xwe. Hat diyarkirin ku li herêmên ku HTŞê kontrol kiriye gelek leşker dîl hatine girtin.
Her weha Ajansa Anadolûyê îdia kiriye ku komên cîhadîst ên ku HTŞ pêşengiya wan dike bi kîlometreyekê nêzîkî taxên derdora Helebê bûne.
(RT/AY)