Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civaknas Slavoj Zîzek li Zanîngeha Kobanê wê onlîne dersê bide.
Civaknas Slavoj Zîzek, di 18ê Nîsanê de li Zanîngeha Kobanê wê li ser mijara “Gelo Di Roja Îroyîn de Demokrasî Hîn Hilbijardeyek e?” ders bide.
Ders wê bi saeta herêmî di 20.00an de destpêbike. Hatiye diyarkirin ku ders wê li ser hesabê medya civakî yê zanîngehê bi awayêkî zindî bê weşandin.
Zanîngeha Kobanê di 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2017an de bi awayekî fermî ava bûye.
(RT/AY)