Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Siyasetmedarên girtî yên ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) peyameke hevbeş ya pîrozbahiya cejnê şandine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, peyam di rojnameya Yeni Yaşamê de hatiye weşandin û wiha tê de hatiye gotin: “Dûrî têkeve navbera me jî em ê ji hev veneqetin. Teqez em ê bi ser kevin.
“Ne girînge ku kî ji me li paş dîwaran be”
“Di nava van şert û mercên ku faşîzmê hemû welat kiriye girtîgeh de ne gîrîng e kî ji me li paş dîwaran be. Em bawar dikin ku wê ev dîwar hilweşin, azadî, aştî û biratê wê bi ser keve.
“Em her gavê bi we re ne, her gav hûn bi me re ne, wê nikaribin me veqetînin, dûrî têkeve navbera me jî em ê ji hev veneqetin. Teqez em ê bi ser kevin.
“Bila ev cejn li hemû alema mirovahiyê, li hemû bawermendan û li gelê me pîroz be, bila bibe sedema aştî, biratî û azadiyê.”
Siyasetmedarên ku metin îmze kirine: Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Mehmet Aslan, Aysel Tuğluk, İdris Baluken, Çağlar Demirel, Leyla Güven, Selma Irmak, Gülser Yıldırım, Abdullah Zeydan, Ferhat Encü, Burcu Çelik ile tutuklu Belediye Eş Başkanları; Gültan Kışanak, Bekir Kaya, Tuncer Bakırhan, Mukkades Kubilay, Sadiye Süer Baran, Zülfiye Kişmir, Abdulkerim Erdem, Zeynep Sipçik, Leyla Salman, İsmail Asi, İpek Güneş, Sara Kaya, Sevinç Bozan, Abdulkadir Çalışkan, Evin Keve, Ali Aydın, Enes Cengiz, Seferi Yılmaz, Ahmet Demir, Sevinç Karakoç, Mehmet Emin Özkan, Nurhayat Altun, Mehmet Ali Bul, Mustafa Bayram, Sabite Ekinci, Memnune Söylemez, Halis Coşkun, Fırat Öztürk, Delal Tekdemir, Murat Rohat Özbay, Figen Yaşar, Mehmet Fazıl Türk, Rezan Zuğurli, Gurbet Tekin, Hüseyin Kılıç, Felemez Aydın, İhsan Uğur, Zeynel Taş, Rahmi Çelik, Diba Keskin, Dilek Hatipoğlu, Nurullah Çiftçi, Zeynel Han Bingöl.
(EKN/FD)