Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aşkere kiriye ku siyasetmedarên ji ber lêpirsîna Kobanê hatine desteserkirin, piştî şîv xwarine jehrî bûne. HDPyê diyar kiriye ku derbarê tenduristiya wan zanyariyan nadin wan.
Navenda Giştî ya HDPyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsandiye: “Ayhan Bîlgenê ku li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê desteserkirî ye, ji parêzerên xwe re gotiye, wan piştî şîv xwariye jehrî bûne û ew nebirine nexweşxaneyê. Destûr nedane ku parêzer careke din Bilgenî bibînin. Derbarê tenduristiya rêveberên me de zanyariyan nadin me.”
Piştî vê rewşê Hişyar Ozsoy, Nûran Îmîr, Fîlîz Kerestecîoglû, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr parlamenterên HDPyê û rêveberên HDPyê derengê şevê çûne ber avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzer Umît Dede, Alîkarê Hevserokên HDPyê yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirs çûye û siyasetmedarên desteserkirî dîtiye.
Serûm dane Bîlgenî
Parêzer Umît Dede gotiye ku ew bi Ayla Akat, Sirri Sureya Onder û Ayhan Bîlgenî re axivî ye û Ayhan Bîlgen birine nexweşxaneyê, serûm dane Bîlgenî û di xwîna wî de enfeksiyon derketiye, derman dane Bîlgenî û rewşa wî baş e.
Dedeyî diyar kiriye ku “Min Ayhan Beg dît, rewşa wî baş dixuya. Hinekî bêhal bû. Derman jê re hatine nivîsandin, em ê serê sibê dermanên wî bikirin û bibin.”
Dedeyî gotiye ku Ayla Akat Ata jî nexweş ketiye lê rewşa wê ne zêde xirab bûye, lewre ew nebirine nexweşxaneyê. Lê Can Memîş û Îsmaîl Şengun hê jî li nexweşxaneyê ne. (TP/FD)