Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana hate oxirkirin
Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana demeke dirêj bû bi nexweşiya KOAHê ketibû û li nexweşaxaneyê dihat dermankirin. Zana li beşa nexweşiyên giran a nexweşxaneyê de bû.
Siyasetmedar Zana di 29ê Tebaxê de li Amedê li nexweşxaneyeke taybet, di saet 18:35an de canê xwe ji dest da.
J bo Mehdî Zana li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma cenazeyê hat li dar xistin.Piştî merasîmê girse ber bi Mizgefta Mezin meşiya û li Mizgefta Mezin nimêja cenazeyê hat kirin. Piştre Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Her weha piştî definkirina cenazeyê siyasetmedar, rewşenbîr, endam û nûnerên saziyên civakî û gelek kesên ku tev i merasîmê bûn, kulîlk danîn ser gora wî.
Peyamên Sersaxiyê
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama ser saxiyê belav kir. Di peyamê de weha hatiye gotin:
“Me bi xemgînî bihîst ku siyasetmedarê doza gelê Kurd Mehdî Zana koça dawî kiriye. Serê malbatê û gelê Kurd sax be. Wî di temamê emrê xwe de ji bo aştiyeke birûmet li ber xwe da, berdêlên giran dan. Deynê me ye, em ê aştiya birûmet ava bikin û diyarî giyanî wî bikin.”
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullariyê jî ji bo Zana peyamên ser saxiyê weşandin.
Bakirhan destnîşan kiriye û gotiye:
"Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be. Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be."
Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be.
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) August 29, 2026
Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be.
Diyarbakır eski Belediye Başkanı, Kürt… pic.twitter.com/glgp1nVBnZ
Tulay Hatimogullariyê jî di peyama xwe ya sersaxiyê de weha gotiye:
Em ji ber koça dawî ya Şaredarê berê yê Amedê, siyasetmedarê Kurd ê hêja û çalakvanê dilsoz Mehdî Zana pir xemgîn in. Em ê Mehdî Zana her tim bi têkoşîna wî ya ku ji bo maf û azadiya gelê xwe da û bi mîrateya hêja ya ku li pey xwe hişt, bi bîr bînin.
Ez sersaxiyê li Leyla Zana, malbata wî ya hêja, hezkiriyên wî û gelê Kurd dikim.
Nêçîrvan Barzanî: Ez hevparê xema malbatê me
Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zanayê û hemû malbat, kes û kar û hevalên wî dikim. Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê bû. Wî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirin û di vê rêyê de gelek qurbanî dan. Ez hevparê xema malbat, kes û kar û hevalên wî me. Ji Xwedayê mezin hêvîdikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide wan hemûyan.”
Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zana û hemû malbat, kesûkar û hevalên wî dikim.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 29, 2026
Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû, salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê…
Bafil Talebanî: “Sembola berxwedêriyê bû”
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji bo Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir. Talebanî hevxemiya xwe anî ziman û weha got:
“Xanima rêzdar û têkoşer Leyla Zana
Malbata serbilind ê rêzdar Mehdî ZanaBi bihîstina nûçeya koça dawî ya xebatkarê dêrîn, rêzdar Mehdî Zana, em ji kûrahiya dil xemgîn û dilgiran bûn.
Rêzdar Mehdî sembolekî polayîn yê berxwedêrî, wêrekî û helwesta mêrxasiyê ya gelê me bû û temenekî tijî serwerî di oxira ziman, nasname û mafên rewa yên gelê Kurd de bexşî.
Ji destdana ev zilamê mezin ji bo her Kurdekî xemeke kûr û êşeke mezine. Xebata we ya rêzdar û ya birêz Mehdî rûpelekî tijî rûmete ku tu carî ji dilê vê neteweyê dernakeve.
Em sersaxiyê ji we re dixwazin û wekî hertim em xwe hevparê xema we dibînin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê pak ê rêzdar Mehdî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide we û malbat û hevalên wî.”
Mesrûr Barzanî: Zana jiyaneke dirêj di têkoşînê de derbas kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo mirina siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê weşand.
Barzanî wiha got:
“Ez sersaxiyê ji malbata siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehdî Zana re dixwazim. Rêz û hurmet ji bo malbata wan a birêz, bi taybetî ji bo xwişka hêja Leyla Zanayê. Mehdî Zana yek ji xebatkarên Kurd ên navdar bû ku jiyaneke dirêj di têkoşîna gelê Kurd de derbas kir. Ruhê wî şad û cihê wî bihuşt be.”
Mesûd Barzanî:Têkoşerekî Kurd û kesayetiyekî niştimanperwer bû
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî jî ji bo wefata siyasetmedar Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer, têkoşerê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana gihîşt min.
Ez sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata Kurdperwer û xebatgêr a Mehdî Zana û herwiha xwişka min a birêz Leyla Zanaya hevjîna Xwedê jêrazî Mehdî Zana, hemû kesûkar, dost û nasên wan dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê Mehdî Zana bi bihuşta fireh şad bike û hedar û sebirê bide hemûyan.
Em ji Xweda hatin û em dê dîsa vegerin cem Xweda.”
Qubad Talebanî: Em xemgîn û dilteng bûn
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî peyameke sersaxiyê arasteyî Leyla Zanayê û hemû gelê Kurd kir û di peyamê de weha got:
“Mehdî Zana, siyasetmedarekî naskirî û nîştimanperwerekî mezin ê Kurd bû. Bi bihîstina nûçeya koça dawî yê vî têkoşerê aştixwaz ê Kurd, em xemgîn û dilteng bûn. Bi vê boneyê, em ji kûrahiya dil hevxemiya xwe arasteyî hevjîna wî xanim Leyla Zana û hemû gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê Mehdî Zana bi bihuşta berîn şad bike û xewn û hêviyên wî ji bo gelê Kurd û çespandina aştiyê li hemû herêmê pêk bîne.”
KNK: "Em ê li ser şopa te bimeşin"
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê weşand.
Daxuyaniya KNKê bi vî rengî ye:
“Xebera xembar û dilsoj a wefata siyasetmedar, nivîskar û serokê berê yê Şaredariya Amedê Birêz Mehdî Zana, gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgîn in. Birêz Mehdî Zana, li bakurê Kurdistanê li Amedê û li seranserê Kurdistanê, di nava xebat û siyaseta welatparêzî de bû. Di nava partî û siyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Di salên 1977 – 1980an de serokatiya Şaredariya Amedê kir. Ji ber xebat û helwesta xwe ya welatparêziyê, di dema Darbeya Leşkerî ya 12yê Îlonê de, ji rejîma faşîst re bû hedef, ji serokatiya Şaredariya Amedê hate dûrxistin û girtin û bi îşkenceyên giran re rûbirû ma. Demeke dirêj di zindanên Amed, Aydin, Afyon û Eskîşehîrê de ma. Wî bi giştî 16 salên jiyana xwe di zindanan de derbas kirin.
Piştî ji zindanê derket, ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî derket Ewropayê. Li Ewropayê jî xebatên xwe yên li hember dagirkeran berdewam kir û cihê xwe di nava xebatên azadiya gelê Kurdistanê de girt. Birêz Mehdî Zana, di xebata yekîtiya neteweyî de jî xwedî cihekî diyar bû. Wî sînorên destçêkirî nas nekir, piştgirî da şoreşa Rojhilat, Başûr û Rojava jî.
Em ji ber wefata Birêz Mehdî Zana gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.
Kekê Mehdî, bila çavên te di şûn de nemîne, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”
Keskîn Bayindir: Têkoşîna wî dê her tim bi rêzdarî bê bibîranîn
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir têkildarî koça dawî ya Mehdî Zana peyamek weşand û weha got:
Ez wefata yek ji şaredarê serdemên borî yê Amedê û parazvanê mafê mirovan Birêz Mehdî Zana bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikim. Birêz Zana, bi têkoşîna xwe û bi sekna xwe ya birûmet di bîra civaka gelê Kurd de cihekî taybet girt. Têkoşîna wî ya ji bo edalet û wekheviyê wê her tim bi rêzdarî bê bîranîn. Ez sersaxiyê ji malbata Birêz Zana û ji hemû hezkiriyên wî re dixwazim.
DBP: "Di têkoşîna gelê Kurd de xwedî kedeke girîng bû"
DBPê jî di peyama xwe ya sersaxiyê de weha got:
Em wefatkirina rêzdar Mehdî Zana bi xemginî pêşwazîkirin.
Birêz Mehdî Zana wek siyasetmedarekî Kurd û parazvanekî mafê mirovan, di her kêliyên jiyana xwe de sekneke birûmet meşand. Bi sekna ku meşand tu caran li hember neheqiyê bêdeng nema û di têkoşîna gelê Kurd a ji bo jiyaneke wekhev de bû xwedî kedeke girîng.
Ev sekna wî ya birûmet wê her tim di bîr anînên me de bijî. Bi vê mabestê em ji malbata Zana re sersaxiyê dixwazin."
Derbarê Mehdî Zana de?
*Mehdî Zana û Leyla Zana
Mehdî Zana di 20ê Kanûna Pêşîna 1940an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bûye.
Siyasetmedar Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de bû Şaredar û Serokatiya Şaredariya Amedê kir. Zana yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû ku weke siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.
Mehdî Zana di sala 1963an de tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû û dest bi kariyera xwe ya siyasî kir. Zana di sala 1965an de bû serokê TÎPê yê navçeya Farqîna Amedê.
Di hilbijartinên herêmî yên sala 1977an de wekî namzedekî serbixwe bû Serokê Şaredariya Amedê. Zana ev peywira xwe heta darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat girtin.
Zana di Girtîgeha Amedê ya Bi Hejmar 5an de ma ku bi îşkenceyan dihat naskirin ma. Her weha Zana bi giştî 16 salan di girtîgehan de ma.
Zana ji ber xebatên xwe yên di xeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK / RêyaAzadî) û DDKOyê de di dozên sereke de hat darizandin.
Piştî ku ji zindanê derket, bi salan wekî penaberekî siyasî li welatên Ewropayê yên wekî Siwêd û Almanyayê jiya. Zana sala 2004an vegeriya Tirkiyeyê.
Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî. Leyla Zana yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê ye û xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye. Ji vê zewacê du zarokên wan hene.
Zana gelek pirtûk nivîsandine ku tê de qala bîranînên xwe yên zindanê û têkoşîna siyasî ya Kurdan dike.
Pirtûkên wî ev in:
Li Bendê Be Amed (1991), Rojnivîsa Hovîtiyê - Ji Zindanên Amedê) (1992), Leylaya Delal - Ew Şev Sirgûniyeke Dirêj Bû (1995), Zelal Ji Nû Ve Jidayîkbûn (1996).