Siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî di qonaxa 23emîn de li Colemêrgê weke parlamenterê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) hatibû hilbijartin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê nivîskar û helbestvan Geylanî li Enqereyê, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Hamît Geylanî kî ye?
Malbata Hamît Geylanî sala 1925an ji ber Serhildanên Şemzînanê û bûyerên wê demê koçî îranê kir. Geylanî li gundê Mirgever ê bajarê Urmê yê Rojhilatê di sala 1947an de ji dayik bû.
Malbata Geylanî sala 1951ê bi efûya ku ji aliyê Partiya Demokrat ve hate ragihandin vegeriya gundê Dêmanê yê Şemzînanê. Geylanî li Ocaxên Çandê ya Rojhilat a Şoreşger (DDKO) dest bi siyasetê kir. Du salan li dibistana bilind a endezyariya avahîsaziyê xwend, salekê li Fakûlteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê xwend. Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê sala 1979an qedand.
Geylanî ku yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP) bû. Geylanî piştî ku HADEP hate girtin 5 salan kete ber cezayê qedexeya siyasetê û 3 caran hate girtin.
Di dema parêzeriyê de li Colemêrg, Wan, Amed, Edene, Erzîrom, Enqere, Stenbol û li dadgehên Ewlekariya Bilind û dadgehên cezayên giran parastina mafên mirovan kir. Her wiha li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê parastina partiyên siyasî, kesayet û saziyan kir.
Pirtûkên Geylanî
Pirtûkên ku ji aliyê Geylanî ve hatine nivîsandin bi vî rengî ne:
Yirmi Kurşunlu Yürek (Helbest); Azad Nisan Yağmuru (Helbest); Ciwan Dengê Bê Dêngîyê’ne (Helbest); Zap Nehri Giryan Akar (Helbest); Şemdinli’den Qamışlo’ya Dağ Sevdası, Kürt Mücadelesinin En Geniş Damarı Şeyh Ubeydullah Nehri û Kürt Mücadelesinde Yarım Asır Hamit Geylani (Li gel Emîn Sari)

