Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokên partiyên siyasî di hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteriyê de dengên xwe bi kar tînin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê li navçeya Rêya Ermûşê ya Wanê li Lîseya Cûmhûriyetê dengê xwe daye. Hilbijêran Bûldan bi çepik û tililiyan pêşwazî kiriye.
Bûldanê li ber deriyê dibistanê axiviye û gotiye, “Ez hêvî dikim ku dengên me bibe wesîleya aramî, aştî, hezkirin, edalet, demokrasiya vî welatî. Hêvî û kelecaneke mezin bi me hemûyan re heye. Rejîmeke xirabiyê heye û divê ev rejim îro bi dawî bibe.”
Sancar: Xwedî li sendoqan derkevin
Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar jî li Enqereyê li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî dengê xwe daye. Sancar tevî hevjîna xwe Ceren Sancar û keçên xwe çûye ser sendoqê û piştî dengê xwe daye, axiviye. Sancarî gotiye, “Ez bawer dikim ku hemû welatiyên me wê bi berpirsiyariya demokratîk tevbigerin. Em careke din hemû kesan vedixwînin li ser sendoqan. Berpirsiyariyên me hemûyan hene ku xwedî li sendoqan derkevin.”
Hevberdevkên Partiya Çepên Keskê jî dengên xwe dane
Hevberdevka Partiya Çepên Keskê (YSP) Çîgdem Kiliçgun Ûçarê li Taxa Gaziyê ya Stenbolê, li Dibistana Seretayî ya Gaziyê dengê xwe daye.
Ûçarê gotiye ku divê li Tirkiyeyê demokrasî bê sazkirin û xwestiye encamên hilbijartinê bibe sedema sazkirina destûreka bingehîn a nû û Komareke demokratîk.
Hevberdevkê din ê YSPyê Îbrahîm Akinî jî li Îzmîrê dengê xwe daye. Akin serê sibehê çûye navçeya Bornovayê û li Lîseya Sûphî Koyûncûoglûyî dengê xwe daye.
Akinî gotiye, “Em ê bi hev re di 15ê Gulanê de serkeftina demokrasiye pîroz bikin.”
Akşener: Cihê biryara gelî li ser serê me heye
Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê, li Beylerbeyiya Stenbolê, li Lîseya Anadolûyê ya Haci Sabanciyî bikar aniye. Akşenerê piştî dengdanê gotiye ku divê hemû kes rêzê ji encamên wê ji sendoqan derkevin bigire: “Cihê biryara ku wê gelê xoşewîst bide, li ser serê me ye. Xwedê bike wê her tişt baş û xweşik bibe.”
Serokê DEVAyê li Çankayayê deng daye
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacanî li navçeya Çankayayê ya Enqereyê dengê xwe daye. Babacanî gotiye ku “Bila encamên baş ji bo hemû kesên li her dere cîhanê li benda demokrasiyê ye.”
Erkan Başî li Kadikoyê dengê xwe daye
Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) Erkan Başî, li Lîseya Teknîk û Pîşeyî ya Kadikoyê ya Stenbolê dengê xwe daye.
Îmamoglû: Her tişt wê gelekî baş bibe
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hevjîna wî Dîlek Îmamoglû, li navçeya Beylîkduzuyê ya Stenbolê, li Lîseya Îmam Xetîban a Anadolûyê ya Emîn Yukseloğlûyî dengên xwe dane.
Îmamoglûyî piştî dengdanê gotiye, “Pêwîstiya welatê me gelekî bi aramî, aştî û biratiyê heye. Ez dixwazim rojek û şevek wisa be her dengeke ku avêtine sendoqan bigihêje encamê û encam bi rengekî demokratîk bê pêşwazîkirin. Hemû tişt wê gelekî baş bibe.
(NT/FD)